Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 26’an de ye
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatî destpêkirin, bi biryardarî didome.
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatî destpêkirin, bi biryardarî didome.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Çileyê ji bo parastina Bendava Tişrînê nobet da destpêkirin. Çalakiya nobetê di roja 26’an de ye.
Tevî ku gelek caran êrîşî berxwedêran hatiye kirin jî, gav paşde nehatiye avêtin. Berxwedêran siharê li derdora bendavê paqijî kirin.
CAR DIN BOMBE LI TIŞRÎNÊ HATE BARANDIN
Dema ku çalakiya nobetê dewam dikir, derdora saet 11.30’an dewleta Tirk car din bi balafirên şer û topan derdora bendavê bombebaran kir.
7 CARAN ÊRÎŞÎ KONVOYA GEL HATIYE KIRIN: 41 ŞEHÎD
Li gorî bîlançoya Rêveberiya Xweser, ji 8’ê Çileyê û vir ve 7 konvoyên gel ên çûne herêmê rû bi rûyê êrîşên dewleta Tirk mane.
Di van êrîşan de bi giştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û 245 kes jî birîndar bûne.
Tenê di êrîşên li ser Bendava Tişrînê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 221 kes jî birîndar bûn.
Di nava kesên hatine qetilkirin de, rojnamevan, xebatkarên tenduristiyê, hunermend, jin û zarok hene. Di nava birîndaran de jî 7 rojnamevan û xebatkarên tenduristiyê hene.