BI DÎMEN

Di civînên gel de banga beşdarbûna meşa Strasbourgê hate kirin

Di civînên gel ên li Stuttgart û Nurnbergê hatin lidarxistin de banga beşdarbûna meşa ji bo azadiya Rêber Apo di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin kirin.

Li bajarên Stuttgart û Nurnberg ên Elmanya beriya meşa mezin a  di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê pêk were, civînên gel hatin lidarxistin.

STUTGART

Bi beşdariya siyasetmedar Dîlek Ocalan, Hasan Çewlîg û endamê KNK’ê Selîm Sadak li Stuttgartê civîna gel hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Di civînê de têkildarî pêngava Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî nirxandin hatin kirin.

Axaftvanan pêvajoya siyasî nirxandin û li ser pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de banga beşdarbûna meşa mezin a 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin hate kirin.

Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

NURNBERG

Nûnerê DEM Partiyê yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz beşdarî civîna gel a li Nurnbergê bû.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê. destpê kir. Faysa Sariyildiz di civînê de axivî û qala berxwedana gelê Kurd a li hemberî qirkirinê, kir. Sariyildiz li ser pêşkeftina şoreşê Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.

Sariyildiz di dawiya civînê de pirsên beşdaran bersivand.