Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li Sirînê meşiyan
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşan û qetilkirina sivîlan meşiyan.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşan û qetilkirina sivîlan meşiyan.
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komkujiya ku li dijî sivîlan pêk hatî, şêniyên Kantona Firatê û bajarê Eyn Îsayê ber bi bajarê Sirînê meşiyan.
Meş li Qosê bajarê Sirînê destpê kir, di meşê de wêneyên şehîdên komkujiya ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin, hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên “Na ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Berxwedan Jiyan e”, “Na ji qetilkirina zarokan re” û “Bijî berxwedana QSD’ê” hatin berzkirin.
Meş heta navenda bajarê Sirînê li qada Şehîdan dewam kir, li wir deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin. Piştî rêzgirtinê Cîgirê Encûmena Cibcîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemden El Ebid sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şîfa ji birîndaran re xwest.
Hemden El Ebid diyar kir ku xelîfeta Osmanî ya bi navê SMO’ê dixwazin welat û axa wan dagir bikin û wiha got: “Me li hemberî terorê, li hemberî dagirkeriyê jî şer kir, bi saya keç û xortên xwe, me teror têk bir. Dixwazin Ereb û Kurdan tune bikin, ez li vir im, ez Ereb im, ez Kurd im, Suryan û Çerkes im, em ê bi vî ruhî bi ser bikevin. Ew dixwazin di navbera civakan de parçebûnê pêk bîn in, lê tenê em ê bi berxwedaniyê bi ser bikevin.”
Li ser nave gelê bajarê Sirînê endamê Lijneya li Hevanînê Hazim Hemden komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: “Ew dixwazin careke din çeteyên DAÎŞ nûjen bikin û projeya netewa Demokratîk tune bikin. Lê em gelê Bajarê Sirînê van komkujiyan şermezar dikin, em ê bi yek destî li hemberî dagirkeriyê rabin ser piyan û serkeftinê misoger bikin.”