Rêveberiya Xweser ji bo kongreya li Şamê pêk hatî daxuyanî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 'Kongreya Serkeftinê' ku çend roj berê li Şamê hatibû lidarxistin û biryarên ku di kongreyê de hatin girtin, daxuyaniyek da.

RÊVEBERIYA XWESER

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê "Kongreya Serkeftinê" ya ku beriya çend rojan li Şamê hatibû lidarxistin û biryarên tê de hatibûn girtin de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî hilweşîna rejîma Baasê ku wekî serkeftinekê ji bo tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye, geşedanên bilez û bez rû dan. Di demekê de ku gelê Sûriyeyê li benda lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Sûriyeyî ya giştî û amadekirina nivîsandina destûrek û hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê bû, civîneke berfireh li Şamê hat lidarxistin. Di civîna fermandarên komên Sûriyeyî lê hazir bûn de, gelek biryar hatin dayîn. Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku diviyabû biryar di kongreyeke nîştimanî ku tevahî pêkhate, alî, beşên Sûriyeyê, di nav de jin û ciwan, lê hazir bibûn bihatana dayîn.

Em civînên bi vî rengî rexne dikin, nemaze ku kesayetên li lîsteya terorê de û destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de hene wekî Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeraq) yê terorîst qatilê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hevrîn Xelef, lê hazir bû. Kesê bi navê Mihemed El Casim ê bi navê Ebû Emşe jî di civînê de hazir bû. Tê zanîn ku çete Ebû Emşe bi taybetî li Efrînê gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kiriye. Em teqez dikin ku ev civîn ne rewa ye û hêviyên pêkhateyên Sûriyeyê îfade nake.

Di heman demê de em teqez dikin ku biryarên ku ji derveyî çarçoveya kongreya nîştimanî ya Sûriyeyê ya bêyî beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gel têne dayîn, kêm dimîne. Lidarxistina kongreyeke diyalogan li Sûriyeyê ya bêyî dûrxistina alî an pêkhateyên Sûriyeyî çareseriya guncav ya bidawîkirina rewşa bêistiqrar a li Sûriyeyê û rêya gihandina gelê me ber bi ewlehiyê ve ye; ji ber ku dûrxistina aliyekî an pêkhateyekê wê bibe sedema pêk neanîna armancên şoreşa gelê me û dê rewşekê mîna ya dema rejîma berê bide avakirin. Li ser vê yekê em bang li desthilata Şamê dikin şaştiya heyî fêm bike û tevahî Sûriyeyan bi hemû beş û meylên wan ên siyasî li kongreyeke nîştimanî ya giştî kom bike. Divê her kes di amadekirina kongreyê û nivîsandina destûra nû ya welat de cih bigire.

Divê desthilata Şamê rê nede xîtaba nefretê û hewlên têkbirina jiyana hevbeş a di navbera gelê Sûriyeyê de. Divê zimanê manupîlasyênê yê li dijî neteweyekê an aliyekê ji holê were rakirin. Ev yek eşkereyî di hin çalakiyan de mîna ya ku beriya çend rojan li Qada Umewîyîn a li Şamê û hin bajarên din de xuya bû. Nêzîkatiyên ku fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê derdixin, xizmeta armanca me hemûyan a avakirina Sûriyeke demokratîk, yekbûyî û sepandina qanûnê û pêkanîna edaletê nakin.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bingehê helwesta me ya nîştimanî, em carek din banga parastina yekitiya Sûriye û serdestiya wê dikin. Em bang dikin ku divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di diyarkirina nîşaneyên siberoja Sûriyeyê ya li ser esasê demokrasî û nenavendîbûnê de werin beşdarkirin."