Temellî: Polîtîkaya nefretê ya desthilatdariyê rê li ber êrîşên nîjadperest vedike

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li Kayseriyê û got, “Polîtîkaya nefretê ya desthilatdariyê rê li ber êrîşên nîjadperest vedike.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, bi civîna çapemeniyê ya li Meclisê li dar dixe geşedanên di rojevê de nirxandin. 

Temellî bal kişand ser êrîşa nijadperest a duh bi şev li Kayseriyê li dijî Sûriyeyiyan hate kirin û bi bîr xist ku mal û kargeh hatin şewitandin. Temellî, diyar kir ku hewl hate dayîn ku mirovan bikujin û got: “Helbet li dijî bûyerekê bertek dikare were nîşandan lê berteka li vir nijadperestiyeke ku nayê qebûlkirin e. Ez kesên ku hewl dan vê yekê bikin şermezar dikim. Em dizanin ku feraseta li pişt vê bûyerê feraseteke faşîst û nijadperest e. Bi taybetî hem desthilat hem jî partiyên mûxalefetê demekî dirêj e gotinên nijadperest ên li dijî penaberan her tim tînin ziman. Di encama vê yekê de jî bûyerên wiha derdikevin holê.”

Temellî, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke penaberan heye û hewl tê dayîn weke ev pirsgirêk ji ber penaberên hatine ye lê pirsgirêka bingehîn ji ber nêzîkatiya AKP’ê û MHP’ê ya pirsgirêka Kurd û polîtîkaya derve ye. Temellî axaftina xwe wiha domand: “Em îro dizanin ku li Sûriyeyê, Iraqê û Rojhilata Navîn li pişt gelek bûyeran polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ku herêmê bêîstîkrar dike heye. Ji ber vê yekê pirsgirêka penaberan ne bi destê penaberan ji ber polîtîkayên dewleta Tirk derketine holê. Heke pirsgirêka penaberan were çareserkirin divê ewilî aştî were Rojhilata Navîn, meseleya Kurd were çareserkirin. Divê em di ferqa vê de bin û rêyên bi penaberan di nava aştiyê de teqez bi pêş ve bibin.”

ÊRÎŞA LI DIJÎ KARKERÊN KURD

Temellî, qala êrişa nijadperest a li Mûglayê li dijî karkerên Kurd pêk hat kir û diyar kir ku li dijî Kurdan gelek êrişên wiha hatine kirin û ev êriş yek bi yek hejmartin. Temellî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastiyek heye ku gotinên nefretê yên di nava civakê de hatine çandin, ev tovên cihekariyê bi êrîşên lînckirinê derdikevin pêşberî me. Helbet li pişt vê ev rastî heye. Hûn dizanin çîroka navdar a ‘desteserkirina mal û milk’ heye, ji ber vê yekê îro ji bo ku ax û zeviyên ku Kurd xwediyê wan in bên desteserkirin, ev bûyerên wiha tên sorkirin. Herî dawî di bûyera Mûglayê de li holê ye ku 12 mûxtaran çawa ku ev kar organîze kirine.”

Temellî her wiha işaret bi pêşnûme qanûna ku tê plankirin pêşkêşî Meclisê were kirin û mamosteyan eleqedar dike û destnîşan kir ku ev pêşnûme wê pirsgirêkên mamosteyan çareser neke, berovajiyê wê dê wan girantir bike.

  Temellî, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Turk Îş’ê reqem aşkere kirin. Li gorî Turk Îş’ê sînorê xizaniyê derketiye 62 hezar lîreyan. Sînorê birçîtiyê 20 hezar lîre derbas kiriye. Lê mûçeyê kêmtirîn 17 hezar lîre ye. Wezîr got mûçeyê kêmtirîn zêde ye. Ev êdî ji bilî henekên xwe bi kesên mûçeyê kêmtirîn digire û teqawîdan henekê xwe kirinê bêtir tiştekî din nîne. Divê ev feraseta ku îro 17 hezar lîreyan zêde dibîne demildest îstîfa bike. Ji ber ku ji sedî 60’ê xebatkaran mûçeyê kêmtirîn digire. Ji ber vê yekê di demekî ku ji sedî 60’î xebatkaran bi mûçeyê kêmtirîn dijî de hûn bêjin li welat mûçeyê kêmtirîn bilind e hûn nikarin bibin wezîrê xezîne û maliye yê. Hûn encax li rojhilata dûr li welatên kedê dixwin dikarin bibin wezîrên xezîne û maliye yê.

RÊJEYA ZÊDEBÛNA KIRÊ BÛ JI SEDÎ 65 

Dema berê IMF hate vî welatî ji xwe pêşniyara wê dibû ev. Li Çînê mûçeya kêmtirîn çiqas be bila li cem we jî ewqas be. Bawer im we jî  li Çînê nêriye, ji ber wê yekê vê gotinê dibêjî. Ne tenê meseleya mûçeyê kêmtirîn. Di kirêyan de jî sînorkirina ji sedî 25 radibe. Ligel rakirina vî sînorî dê rêjeya zêdekirina kirêyan bibe ji sedî 65. Niha bifikirin hûn 10 hezar lîre kire didin. Hûn mûçeyê kêmtirîn digirin û xwediyê xanî hat ji we re got ku ji sedî 65 zem dikim. Kirêya ku hûn bidin dê bibe 16 hezar û 500 lîre. Hûn ê 17 hezar lîre mûçe bigirin û 16 hezar û 500 lîreyan kirê bidin. Çima min got 10 hezar lîre kire. Ji ber ku niha li Tirkiyeyê kirêya herî kêm 10 hezar lîre ye. Ji ber vê yekê heke hûn mûçeyê kêmtirîn bigirin di destê we de dê 500 lîre bimînin. Û wezîr derdikeve dibêje ku mûçeyê kêmtirîn bilind e. Sînorê ji sedî 25 ê rêya zêdekirina kire jî ji holê radibe. 

Binêrin ez têkildarî belavkirina dahatê ya li Tirkiyeyê reqameke balkêş bidim. Para ku beşa ji sedî 20 a herî kêm a Tirkiyeyê ji dahata mîlî digire, dema we li kesan parve kir, serê her kesekî 262 dolar dike. Dema we para ku ji sedî 20 a herî zêde ya ji dahata mîlî digire li kesan parve kir, serê her kesî 26 hezar û 200 dolar dike. Ferqa di navberê de 100 qat e. Rêya dawîanîna li vê rewşê xelasbûna ji desthilata sermayeyê ye.”