BI DÎMEN

Laura Castel: Li Guatemalayê jî sîstemeke bi vî rengî ya tecrîdê nehatiye dîtin

Laura Castel Fort, destnîşan kir ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û got, "Birêz Ocalan bi êşkenceyeke giran re rû bi rû ye. Li Guatemalayê jî sîstemeke bi vî rengî ya tecrîdê nehatiye dîtin. Bêdengî nabe."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 40 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Dewleta Tirk ku li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê ya taybet ava kiriye hem hiqûqa xwe ya navxweyî hem jî hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne û hiqûqa dijminatiyê li ser Ocalan ferz dike û mafê hevdîtina parêzer û malbatê desteser dike.

Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêkanîn, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.

Li dijî bêhiqûqiyê heyî gelek aliyên civakî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatin cem hev û di asta navneteweyî de pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dan destpêkirin. Ev aliyên civakî, ji bo şikandina tecrîda girankirî xebatên xwe yên hiqûqî û dîplomatîk didomînin.

Yek ji navendên ku tecrîda Îmraliyê lê bû rojev, navenda Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû. Tevgera Dostatiya Navbera Gelan a li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ku di binesaziya Neteweyên Yekbûyî de xebat dimeşîne, di çerçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 18’ê Hezîranê de destpê kir û wê di 12’ê Tîrmehê de bi dawî bibe, bi konferansa ku lidar xist, bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên li dijî Abdullah Ocalan.

‘ABDULLAH OCALAN BI ÊŞKENCEYEKE GIRAN RE RÛ BI RÛ YE’

Yek ji qisekera vê konferansê Endama Meclîsa Nûneriya Spanyayê Senatora Katalan û Endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel Fort, têkildarê tecrîda li Îmraliyê ji ajansa me re axivî.

Laura Castel Fort, da zanîn ku şert û mercên tecrîdê yên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin ti eleqeya wê bi hiqûq û aliyê mirovî re nîne û wiha got, "Li gorî min li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê hatiye avakirin û hikûmeta li Tirkiyeyê jî ji rejîmeke tecrîdê pêk tê. Me di xebatên xwe yên beriya niha de bi awayekî zelal dîtibû ku Birêz Ocalan bi êşkenceyeke giran re rû bi rû ye."

‘LI GUATEMALAYÊ JÎ MÎNAKEK WIHA NÎNE’

Senator Laura Castel Fort, destnîşan kir ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û wiha domand, "Salên 1970-80'î li Guatemalayê jî sîstemek û rejîmeke bi vî rengî ya tecrîdê nehate dîtin. Di wan deman de jî her tim bi girtiyan re têkilî dihat danîn. Lê belê agahî ji Birêz Ocalan nehatiye girtin û di rewşeke tecrîdê ya giran de ye. Ev yek binpêkirineke giran a mafên mirovan e û bêdengî nabe."

‘LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENGMAYÎN, ERÊKIRIN E WÊ YE’

Laura Castel Fort, bêdengiya rayedarên navneteweyî ya li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê jî rexne kir û got, "Bêdengiya li pêşberî binpêkirineke bi vî rengî ya mafên mirovan, di rastiyê de tê wateya parastina berpirsyarê vê êşkenceyê. Saziyên navneteweyî yên weke Konseya Ewropayê û NY dibêjin ku ew li dijî binpêkirina mafên mirovan derdikevin, lê li pêşberî mijara Abdullah Ocalan hê jî bêdeng dimînin. Ev yek standartên dualî yên sazî û dewletan bi awayekî vekirî nîşan dide."