BI DÎMEN

'Ji bo bilindkirina asta zimanê xwe em ê têbikoşin'

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê diyar kirin ku ew ê asta zimanê xwe bilind bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin.

Di 1’ê Tîrmehê de sempozyûm û merasîmên derçûna xwendekarên Zanîngeha Kobanê yên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hatin lidarxistin. Di sempozyûmê de mijarên weke çand, ziman û folklora Kurdî hatin nîqaşkirin û semîner hatin dayîn. Her wiha Profesor Celîlê Celîl jî bi rêya Skype’yê tevlî  sempozyûmê bû.

Di merasîma derçûnê de xwendekarên ku xwendina xwe tamam kirin li eywana zanîngehê kom bûn û projeyên xwe yên derçûnê pêşkêşî gel kirin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim têkildarî merasîma derçûnê û sempozyûmê axivî û diyar kir ku ew ê ji bo parastina çand û zimanê Kurdî tim li ber xwe bidin û got: ‘’Ev sê roj in li Zanîngeha Kobanê sampozyûma parastina çand û zimanê Kurdî tê dayîn. Di heman demê de projeyên xwendekarên derçûnê jî tên pêşkêşkirin. Projeyên xwendekaran bêhtir derbarê pêşketina çand û zimanê Kurdî de ne. Her wiha di merasîmê de dengbêjî jî hate pêşkêşkirin ku ew jî mijara projeyên gelek xwendekaran bû û pêşengeheke folklorê jî hate pêşkêşkirin ku têde çanda Kurdî derkete pêş."

Şervan Mislim diyar kir ku modernîteyê nifşê nû ji çanda wan dûr xistiye û wiha pêde çû: ‘’Roja ewil sempozyûm ji aliyê Profesor Celîlê Celîl ve hate destpêkirin ku Celîlê Celîl ji bo pêşketina çand û zimanê Kurdî têkoşîneke bêhempa daye meşandin. Piştre jî xwendekaran hem li holan û hem jî li eywana zanîngehê projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin. Dengbêjî jî hate pêşkêşkirin û  di navberan de jî mêvanan berê xwe dan pêşengeha çanda Kurdî. Hêviya me ew e ku xwendekarên me asta xwe ya lêkolînên derbarê pêşketina zimanê xwe de zêdetir pêş bixin û zimanê xwe bigihînin asta herî bilind.’’

Xwendekar Dilvîn Ehmed jî têkildarî projeya xwe ya derçûnê axivî û got: ‘’Em gihîştin dawiya xwendina xwe û projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş dikin. Bi giştî weke xwendekarên Fakulteya Wêjeyê  projeyên me derbarê ziman û wêjeya Kurdî de ne. Di projeyên me yên derbarê zimannasiyê de bêhtir em qala devokên herêmên weke Kobanê, Efrîn û kantonên din dikin. Bêhtiriya projeyên din jî danberhevkirin û hevrûkirin in. Projeya min a derçûnê jî hevrûkirina dema borî yên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de bû.’’

Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Şara Ebdo jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Di vê sempozyûmê de bêhtir li ser Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hate sekinîn û me yeko yeko projeyên xwe pêşkêş kirin. Mijara projeya min jî zimannasî ye. Bi saya sempozyûmên bi vî rengî em bêhtir xwedî li çanda xwe derdikevin ku têde folklora Kurdî tê parastin. Projeyên me jî bêhtir li ser pêşketina zimanê Kurdî ne û em ê jî bo parastina zimanê xwe têbikoşin.’’