BI DÎMEN

Li London û Manchesterê ji bo Kobanê çalakî hatin lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li London û Manchesterê li hev civiyan, 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê bi coş pîroz kirin û piştgirî dan berxwedana li Tişrînê.

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşegiya Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Meclîsa Jinê ya Jiyan li pêşiya avahiya BCC’ê li hev civiyan, 10’emîn salvgera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê bi coş pîroz kirin û berxwedana Tişrînê silav kirin.

Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, ”Terorîst Erdoğan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Tişrînê” berz kirin. Her wiha flamayên wêneyê Rêber Apo li ser û flamayên YJK-E, YPG û YPJ’ê hilgirtin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Jiyan Rojîn Serhat danezan xwed. Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Îshak Milanî, li ser navê KCDK-E’ê yê Mirza Amanos û li ser navê enternasyoanlîstan Jeremy Fowler axivin. 

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst li Rojava sivîlan qetil dike û wiha hate gotin: “Divê em li dijî zilmeke wiha bêdeng nemînin. Em bang li her kesî dikin ku li her derê li ber xwe bidin.”

Di axaftinan de hate diyarkirin ku piştgirî ji zextan bi hêztir e û anîn ziman ku ew dikarin bi hev re zîncirên zextan bişkînin û wiha gotin: “Niha dema ketina nava tevgerê ye. Bi armanca xwe seferber bibin. Bi biryardarî seferber bibin. Derkevin qadan, pêşengî ji tevgerê re bikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan girse çalakiyê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî kir.

MANCHESTER

Li yek ji bajarên girîng ê Îngilistanê Manchesterê jî bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê bi dirûşmeya “Defend Rojava” meş hate lidarxistin.

Kurdistanî û enternasyonalîstan beşdarî meşa li navenda bajêr bûn. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, ”Terorîst Erdoğan”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate xwestin ku di asta navneteweyî de helwest li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd jî Heval Amara axivî û wiha got: “Li Rojava êrîşekî dijwar heye. Bi hovane êrîşî Tişrînê dikin. Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Heta ku em dewleta Tirk ji xaka xwe derxin wê berxwedana me dewam bike. Em berxwedana QSD, YPG Û YPJ’ê ya li Rojava silav dikin. Em soz didin ku em ê ala wan a têkoşînê li erdê nexin.”

Piştre girse bi çepik û dirûşmeyan dest bi meşê kir. Kesên derdor eleqeyekî mezin nîşanî meşa girseyê dan.