Êrîşên dagirkeriyê li Osnabruckê hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Osnabruckê hat protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Osnabruckê hat protestokirin.
Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin. Di çalakiyê de alên TEV-DEM, PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de li ser navê TCŞ Osnabruckê daxuyanî hat xwendin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker çekên ji Elmanya û Emerîkayê girtine li dijî Kurdan bikartîne. Gelê sivîl bombebaran dike. Li Tişrînê bendavê bombebaran dike. Sûcê li dijî mirovahiyê dike. Dewleta Tirk a dagirker sûcê şer û mirovahiyê dike. Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk bi hevkariya bi Elmanya û welatên Rojavayî re hêsan dibe. Ger hûn naxwazin bibin alîgirê sûcên şer ên dewleta Tirk, divê hûn hemû peymanên çekan ên bi dewleta Tirk re betal bikin.”