ROJANE
Hemû Nûçe
-
KCK: Em hîn xurttir xwedî li afirênerên têkoşînê, şehîdên xwe derbikevin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê kadroyên pêşeng ên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê û têkoşîna azadiya Kurdistanê yên ku di meha Gulanê de şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Em rastiya şehîdan hîn baştir nas bikin û xwedî li bîranînên wan derbikevin.” -
ROJEVA 17’Ê GULANA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê -
Kaytan û Altûn li gelek navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
Kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn û ev peyam hat dayîn: "Em soz didin ku em ê layiqî kesên ku jiyana xwe ji dest dane bin û têkoşîna wan bidomînin." -
Cenazeyê endama DEM Partiyê Mizgîn Denîz hat veşartin
Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ya DEM Partiyê Mizgîn Denîz a ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da, îro bi merasîmekê hat veşartin. -
Wêneyê dîrokî yê piştî 42 salan hatî: Wêneyê Rêber Apo yê li Şamê
Nivîskar Ahmet Aktaş wêneyê xwe yê ku beriya 42 salan li Şamê bi Rêber Apo re kişandî, cara ewilî bi raya giştî re parve kir. Wêneyê ku bi rêya Rojnameya Xwebûn hatî weşandin, ayîdê sala 1983’yan e. -
Rojnamevan Hakki Boltan ji ber pirtûkên weşand, kete ber lêpirsînê
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta du pirtûkên ku xwediyê Weşanxaneya Aramê û rojnamevan Hakki Boltan ve hatine weşandin, lêpirsîn da destpêkirin. -
Li Dersimê banga ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn
Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li Dersimê 17'ê Gulanê merasîmeke girseyî ya bîranînê pêk were. -
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdana hevdîtinê hate kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Riza Altûn: Elewî di nav pêvajoyê de ne
"Em weke Elewiyên li refên PKK'ê, di nava pêvajoyê de cih digirin. Pêvajoya çareseriyê li gel demokratîkbûyînê, wê ji Elewiyan re azadiyê bîne." -
Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst
Yek ji Apoyiyên ewil Mûstafa Karasû behsa hevrêyê xwe yê 52 salan Alî Haydar Kaytan kir û got, "Rola hevrê Fûat a ji bo bihêzkirina rêxistinê, fêhmkirina Rêbertî gelekî xurt bû." -
Tuzel: Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e!
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Levent Tuzel diyar kir ku divê civak xwedî li hewldana aştiyê ya Sirri Sureyya Onder derkeve û got, "Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e ji bo Sirri." -
ROJEVA 16'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn piştî ku şehadeta wan hate ragihandin li gelek bajaran hatin bibîranîn. -
Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû
AFAD’ê ragihand ku li navçeya Kulu ya Konyayê saet derdora 15.46'an bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû. -
Mehmet Şîrîn Tekmenûray, piştî 32 sal hat berdan
Mehmet Şîrîn Tekmenûray ê ku 32 sal li girtîgehên dewleta Tirk hat dîlgirtin, ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê hat berdan. -
Li girtîgehê girtiyê nexweş Çetîn Tutkun hat derbkirin
Girtiyê nexweş Çetîn Tutkun 9’ê Gulanê sewqî Girtîgeha Kartepeyê hate kirin. Tutkun, di têketina girtîgehê de li dijî ferzkirina lêgerîna tazî derket û hate derbkirin û rapora derbkirinê jê re nehat dayîn. -
Hevserokên DBP û DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranîna Kaytan û Altûn bûn
Merasîma bîranînê ya ji bo her du kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Tûzlûçayirê tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyan de berdewam dike. Merasîma bîranînê li mala Riza Altûn tê lidarxistin. -
Ji ESP û SGDF’ê greva birçîbûnê
Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi daxwaza girtina girtîgehên weke ‘’bîran’’ dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. -
Daxwaz 'rakirina kontrola edlî' ya têkildarî 19 rojnamevanan hate redkirin
Di rûniştina dawî ya darizandina 19 rojnamevanên li Amedê, daxwaza ji bo rakirina tedbîra kontrola edlî hate redkirin. -
Ozturk: Gelê Kurd banga têkoşîna hevpar li sosyalîstan kiriye
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk ji bo biryarên ku PKK'ê wergirtiye got, "Gelê Kurd wezîfeya xwe bi cih aniye û hêzên sosyalîst hemû vexwendiye têkoşîneke hevpar." -
DEM Partî: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
DEM Partiyê diyar kir ku di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan û got: ‘’Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e.’’ -
Girtiya nexweş piştî 29 salan hate berdan
Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê dihate girtin piştî 29 salan hate berdan. -
Rojnamevan Fûrkan Karabay hate binçavkirin
Rojnamevan Fûrkan Karabay ji ber parvekirinên xwe yên li medya dîjîtal û nûçeyên xwe hate binçavkirin. -
ROJEVA 15'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanekê kir
Şaredariya bajaroka Bûlam a Semsûrê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’ê Gulana 2025’an de jiyana xwe ji dest da, li kolanekê kir.