Ozturk: Gelê Kurd banga têkoşîna hevpar li sosyalîstan kiriye
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk ji bo biryarên ku PKK'ê wergirtiye got, "Gelê Kurd wezîfeya xwe bi cih aniye û hêzên sosyalîst hemû vexwendiye têkoşîneke hevpar."
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk ji bo biryarên ku PKK'ê wergirtiye got, "Gelê Kurd wezîfeya xwe bi cih aniye û hêzên sosyalîst hemû vexwendiye têkoşîneke hevpar."
Li nava raya giştî nîqaşên li ser biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê dewam dikin. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk daxuyaniya PKK'ê û banga li sosyalîstan ji ANF'ê re nirxand.
'DAXUYANIYA PKK'Ê NÎŞAN DIDE KU DI NAVA TEVGERA KURD DE AHENGÎ HEYE'
Ozturk anî ziman ku daxuyaniya PKK'ê nîşan dide ku di nava tevgera Kurd de ahengiyeke tam heye û destnîşan kir ku têkoşîn dikare bi rêya siyaseta demokratîk bê meşandin.
Ozturk got, "Daxuyaniya PKK'ê ya li ser fesixkirinê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan de pêk hat. Ocalan ji bo vê yekê got, 'Weke ku her civat û partiyeke hemdem a ku bi zorê nekarî bê tinekirin, pêk tîne'. PKK'ê helwestek li gorî vê nîşan da. Ev tablo bi xwe radixe pêş çavan ku di nava tevgera Kurd de hevkariyek hatiye afirandin.
Abdullah Ocalan diyar kir ku rewşa xitimandî ya qenalên siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêkê asteng dike û li gel vê yekê aliyên hiqûqî û siyaseta demokratîk pêwîstî ye. Xuya ye aliyê ku ji niha û pê ve di asta herî bilind de bi cih bê anîn ev yek e. Kongreya PKK'ê di daxuyaniya xwe ya dawî de got, 'Mîrateya me ya dîroka azadiyê ku bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû, bi biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê re wê bi rêbaza siyaseta demokratîk hîn xurt bibe; paşeroja gelên me wê li ser bingeha azadî û wekheviyê de bi pêş bikeve'.
Weke ku di biryarê de hate gotin, pêkane ku têkoşîn bi rêya siyaseta demokratîk bê meşandin. Serdemeke nû destpê kir. Ji bo ev dem bi ser bikeve, danheviyeke mezin heye."
'DESTNÎŞANKIRINA SOSYALÎZMÊ BI ŞÊNBERÎ NÎŞAN DIDE BÊ ARMANCA DAWÎ ÇI YE'
Ozturk anî ziman ku di daxuyaniya PKK'ê de destnîşankirina sosyalîzmê radixe pêş çavan bê armanca dawî çi ye û got, "Kongreyê di encamnameyê de bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî rabe û tevlî pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê bibe. Biryarên kongreyê gelekî girîng û rê nîşan didin. Biryar bi dirûşma 'Sosyalîzma Netewe Dewletê dibe Têkçûnê; Sosyalîzma Civaka Demokratîk dibe Serketinê! Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye' bi dawî bû. Ev nêzîkatî armanca herî dawî bi şênberî radixe pêş çavan.
Tevgerê weke ku her carê kir, vê carê jî xeta xwe nîşan da. Gelên me yên xizan û kedkar, baweriyên cuda, jin, ciwan, karker, gundî û hemû beşên li derveyî desthilatdariyê weke hêmanên civakî yên têkoşînê destnîşan kir. Ev yek tê wateya banga li kategoriyên civakî hemûyan ên têne eciqandin û bindest in."
Ozturk ragihand ku banga li rêxistinên sosyalîst divê weke banga ji bo têkoşîna hevpar bê nirxandin û got, divê tevgerên sosyalîst jî bi rengekî erênî li vê nêrînê binihêrin.