Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Naveroka daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê wiha ye:
‘’15’ê Gulana 1932’yan rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê Kovara Hawarê weşandin. Ev roja dîrokî di sala 2006’an de weke Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ji wê salê ve ye tê pîrozkirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî pîroz dikin.
Di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan. Pergala netew-dewletê ya ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan jiyana yekzimanî li ser gelan ferz kiriye. Bêguman Kurdan bi tu awayî destûr nedane ku ev polîtîkayên yekzimanî pêk bên û zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Gelê Kurd her tim ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe daye û tu car nehiştiye ku zimanê Kurdî were jibîrkirin. Li hember hemû polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kiriye û vê têkoşînê hîna jî didomîne.
Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku “Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdeya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî hilberînî, wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Ziman veguhezêrê destpêkê û sereke yê civakîbûyînê ye. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nezanibin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin; nikarin bi tu kesan re rast û durist têkiliyan jî daynin û bi pêş bixin. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”
Îro bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Halbûkî ev maf, mafê bingehîn û gerdûnî ye û bi gelek peymanên navnetewî hatiye misogerkirin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên Tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî. Heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan neyên mîsogerkirin, gelê Kurd dê li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de biryardar be.
Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Gelê me dê ji bo ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi dawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.
Cejna Zimanê Kurdî dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû heval û hogirên wî û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî pîroz dikin.’’