ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê” hat lidarxistin
Xizmên girtiyan û MATUHAYDER’ê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. -
Rapora TÎHEK’ê: Di qawîşên 28 kesî de, zêdeyî 40 kes tên ragirtin
TÎHEK’ê di rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê de, diyar kir ku di qawîşên 28 kesî de zêdeyî 40 kes tên ragirtin. -
Milîsên HBDH'ê li Gemlîkê agir berdan febrîqeyekê
Milîsên Şefîk Esen ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Gemlîk a Bûrsayê agir berdan febrîqeyekê. -
'Bi rêk û pêk nebaşî li girtiyan tê kirin'
Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîngeha a Baroya Amedê Reyhan Gok anî ziman ku bi rêk û pêk êşkence û kiryarên xerab li girtiyan têne kirin. -
ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Edeneyê banga bidawîkirina desteserkirina îradeyê hat kirin
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de got, "Mafê ti kesî nîne îradeya demokratîk a gelan desteser bike" û bang li desthilatdariya faşîst kir ku ji îradeya gel re rêzdar bin. -
Meşvan gihîştin Geliyê Zapê: Çareserî li Îmraliyê ye
"Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” di roja 7'an de gihîşt Geliyê Zapê. Li Pira Ciwanên Şoreşger daxuyanî hat dayîn û got, "Dem hatiye ku hemû Tirkiye li dijî neheqiya li ser gelê Kurd bibe Denîz” û peyama ”Çareserî li Îmraliyê ye" hat dayîn. -
DFG û MKG: Em ê bi hev re têbikoşin
Rojnamevanên ku biryara cezayê girtîgehê ya li ser rojnamevanan şermezar kirin gotin, "Em ê heqîqetê her tim bidin bihistin. Em ê bi hev re têbikoşin.” -
'Girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim serbest berdin'
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo berdana girtiyên nexweş Emrah Nebîoglû û Serdal Yildirim li pêşiya ÎHD’ê çalakî kirin. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin û qetilkirin, lêgerîna edaletê didome
Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. -
Aqûbeta Aksoy û Cîngoz hate pirsîn
Dayikên/Mirovên Aştiyê aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên ku beriya 29 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin, pirsîn û diyar kirin ku ew ê ji bo windayan têkoşînê bidomînin. -
Ji Milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê
Milîsên HBDH’ê li Gebzeyê li dijî febrîqeyeke boyaxê, çalakiya sabotajê lidar xist. -
Tantan: DEDAŞ ji bo desthilatdariyê amûreke baş e
Berdevka Meclisa Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan destnîşan kir ku şewatên daristanan polîtîkayeke şerê taybet e û got ku DEDAŞ ji bo desthilatdariyê amûreke baş e. -
Ji KCK’ê peyama têkildarî meha Mûharremê
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser perwerde, cemxane û baweriya Elewiyan, şêwazê herî xeter ê qirkirinê ye û bang kir ku têkoşîna rêxistinkirî ya Elewiyan hîn xurttir bê domandin. -
ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
Di nobeta Stenbolê de banga xwedîderketina li Çapemeniya Azad hat kirin
Li Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina vînê dewam dike. Di nobetê de banga xwedîderketina li Çapemeniya Azad hat kirin. -
Çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bîne’: Dawî li bêhiqûqiyê bîne
Di çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bîne’ ya li avahiyên AKP’ê tên lidarxistin de banga, “Dawî li vê bêhiqûqiyê bîne” hat kirin. -
Daxwaza girtina cerdevanên bersûc nehate qebûlkirin
Di danişîna têkildarî qetilkirina Ahmet Gun ê DEM Partiyî de daxwaza girtina cerdevanên bersûc nehate qebûlkirin. -
Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re: Li Colemêrgê hiqûqa mêtîngeriyê hat sepandin
Di daxuyaniya “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” de hate destnîşankirin ku mêtîngeran Şaredariya Colemêrgê desteserkirin û peyama berxwedanê hat dayîn. -
Daxwaza jinûve darizandina Osman Kavala hat redkirin
Daxwaza jinûve darizandina Osman Kavala ku ji Doza Geziyê cezayê muabetê lê hatiye birîn û cezayê wî hatiye erêkirin, hat redkirin. -
Konseya Ewropa wê biryara 'binpêkirinê' ya têkildarî Ocalan binirxîne
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê biryara 'binpêkirinê' ya DMME'yê ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû, piştî civîna xwe ya Mijdar-Kanûna 2021'ê yekemcar careke din bixe rojeva xwe. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
HBDH: Divê li dijî êrîşên faşîst hemû gel yekîtiya xwe ava bikin
HBDH’ê li hemberî êrîşên faşîst nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Divê em li dijî polîtîkayên ku xizmeta faşîzmê dikin, derbikevin û hemû gelên bindest yekîtiya xwe ava bikin.’’ -
Bozan: Dewleta Tirk li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê dimeşîne
Alî Bozan diyar kir ku bêdengiya rojava ya li hemberî şewatên li Kurdistanê, encameke polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdistanê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk hiqûqeke dualî dimeşîne û ev jî hiqûqa mêtingeriyê ye. -
Parêzer Zaruhî: Pêwîste hemû parêzer tevlî kampanyayê bibin
Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan anî ziman ku divê rewşa ku Abdullah Ocalan tê de ye neyê qebûlkirin û bang li hemû parêzeran kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan re tevlî kampanyayê bibin.