ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

ROJEVA 6’Ê TÎRMEHÊ

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên ku ji bo protestokirina desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê tên lidarxistin, wê bên şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.

- Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser perwerde, cemxane û baweriya Elewiyan, şêwazê herî xeter ê qirkirinê ye û bang kir ku têkoşîna rêxistinkirî ya Elewiyan hîn xurttir bê domandin.

- Jinên bûne şahidê şewatê diyar kirin ku leşkeran kesên ji bo alîkariya gundên ji şewatê bandor bûne hatin, asteng kirine û wiha gotin: “Ne av û ne jî ceyranê didin gundên me. Em bi salan in vê zilmê dikşînin.”

- Berdevka Meclîsa Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan diyar kir ku şewatên daristanan polîtîkayeke şerê taybet e û got ku DEDAŞ ji bo desthilatdariyê aparatek a ji bo karanînê ye.