'Bi rêk û pêk nebaşî li girtiyan tê kirin'

Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîngeha a Baroya Amedê Reyhan Gok anî ziman ku bi rêk û pêk êşkence û kiryarên xerab li girtiyan têne kirin.

NEBAŞÎ Û ÊŞKENCEYA BI RÊK Û PÊK A LI GIRTÎGEHAN

Ji Baroya Amedê Reyhan Gok diyar ki rku mafê jiyan, tenduristî, darizandina adîl û ewlehiya hiqûqî yê girtiyan ku pîvanên bingehîn e û bi peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin, bi rêk û pêk tê binpêkirin.

Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Reyhan Gok ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bi destê dozger û dadgeran hîn bêhtir hatine zêdekirin. Gok diyar kir ku gelek kiryarên xirab û êşkence li girtiyan têne kirin û got, "Astengkirina mafê agahîwergirtin û têkiliyê, şert û mercên nebaş ên xwarinê, astengkirina derfet û pêwîstiyan, şert û mercên ku bi rengekî neyînî bandorê li tenduristiya derûnî û bedenê ya mirovan dike, şopandina girtiyan bi rengekî nehiqûqî, kiryarên xerab û êşkence, biryarên bi rengekî nehiqûqî têne wergirtin û bêparhiştina mirovan ji azadiyê, çend ji wan mafan e ku têne binpêkirin."

PIRSGIRÊK KRONÎK BÛ

Gok ragihand ku derfetên ji bo paqijiyê ji girtiyan re nayên dayin, buhayê li kantînê gelekî zêde ye û got, "Dema ku xizmên girtiyan pereyan ji girtiyan re dişînin, ev yek dibe sedema lêpirsîn û darizandinê. Alavên ku bi kargoyê têne şandin salên dawî bi rêk û pêk têne astengkirin. Şert û mercên xwarinê gelekî nebaş e. Gelek caran girtî bi jehrê ketin. Ev yek bûyerên kêm caran diqewimin nîne, kronîk bûne. Hevdîtinên bi malbatê re, şandin û wergirtina nameyan, mafê hevdîtina bi parêzeran re têne astengkirin û sansurkirin. Qada taybet a koxûşan bi kamerayan têne şopandin. Ev yek dibe sedema binpêkirina hin mafan."

BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ Û JIYANÊ

Reyhan Gok bi bîr xist ku bi taybetî ji ber raporên 'dikare li girtîgehê bê hiştin' ên Saziya Tipa Edlî gelek girtiyan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û got, "Di mijara mafê tenduristiyê de gelek mafên girtiyan têne binpêkirin. Mûayeneya bi rengê kelepçekirî, derengxistina sewka ji bo nexweşxaneyê, di dema sewkê de lêgerîna bi rengê tazîkirî, astengkirina tedawiyê bi destê hin personelên tenduristiyê, kêmbûna hejmara personelên tenduristiyê li girtîgehan, binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyane. Girtiyên extiyar û nexweş ku gelek nexweşiyên kronîk bi wan re hene û divê li girtîgehê neyên hiştin, nayên berdan. Raporên Saziya Tipa Edlî yên dûrî ji zanistiyê û exlaqê tipê, dibe sedema ku girtiyên nexweş li girtîgehan bêne hiştin. Bi nêzîkatiyên bi zanebûn an jî xemsariyê yên rêveberiya girtîgehan, dozgerî û dadgeriyê, her wiha bi helwesta Saziya Tipa Edlî û desthilatdariyê girtî jiyana xwe ji dest didin."

Reyhan Gok ragihand ku bi biryara Saziyên Çavdêrî û Îdareyê girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn tevî ku qediya ye jî nayên berdan û got, "Girtiyên ku şert û mercên li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin, cara duyemîn têne cezakirin. Ev nêzîkatî li dijî hiqûqê û Destûra Bingehîn e."