ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku piştgiriya vekirî ya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û tevlîbûna hikumeta Iraqê ya bi lihevkirinan rewşeke cidî û metirsîdar e û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê berxwedana topyekûn mezin bike.

Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîngeha a Baroya Amedê Reyhan Gok anî ziman ku bi rêk û pêk êşkence û kiryarên xerab li girtiyan têne kirin.

Hejmara mehên Tîrmeh û Tebaxê yên Kovara Jin ên Ciwan ên Welatparêz bi dirûşma 'Bi xweparastinê ber bi rêxistiniyê, bi ruhê pêngavê ber bi serketinê' hate weşandin.