Daxwaza girtina cerdevanên bersûc nehate qebûlkirin

Di danişîna têkildarî qetilkirina Ahmet Gun ê DEM Partiyî de daxwaza girtina cerdevanên bersûc nehate qebûlkirin.

Gundê Taloka yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û lawê xwe Abdurrahîm Gun di 11’ê Kanûna 2023'yan de bi êrîşa çekdarî ya cerdevanan ve rû bi rû mabûn. Ahmet Gun di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû û lawê wî Abdurrahîm jî birîndar bûbû. Danişîna doza derbarê cerdevanê teqawid Enver Babat û Omer Yarar û Siddik Babat û lawê wî Abûbekîr Babat de hatiye vekirin hate lidarxistin. Siddik Babat ê ji ber sûcê “kuştina bi qestî” tê darizandin ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tevlî danişîna li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin bû. Bersûcên negirtî Enver Babat, Omer Yarar û Abûbekîr Babat jî ji Edliyeya Qilebanê bi SEGBÎS’ê tev li bûn. 

Lawê Ahmet Gun ê ji bûyerê bi birîndarî xelas bû, Abdurrahîm Gun, xizmên wan, parêzerên malbatê Pîrozhan Karali Guler û Ozum Vûrgûn, endamê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Salîh Tekîn di danişînê de amade bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê danişîn şopandin. 

Di danişînê de, dema têkildarî sûcê cerdevan Siddik Babat ê gule berda serê Gun û ew kuşt, pirs jê hate pirsîn, diyar kir ku dê mafê xwe yê bêdengiyê bikarbîne û parastinê nake. Bi heman awayî cerdevanê teqawîd Omer Yarar jî bi lêv kir ku dê mafê xwe yê bêdengiyê bikarbîne û parastin nekir. Pişt re yek ji cerdevanan Abûbekîr Babat parastin kir. Lê di dema parastinê de şandeya dadgehê diyar kir ku parêzer muwekîlê xwe araste dikin û hişyar kir ku mudaile nekin. 

‘JI BER NASNAMEYA XWE YA SIYASÎ HEDEF HATE GIRTIN’ 

Piştî parastina bersûcan Abdûrrahîm Gun ê ji bûyerê bi birîndarî xelas bû hate guhdarkirin. Gun, anî ziman ku ji bo pûş û palax kom bikin çûn nav erd lê Enver Babat, Siddik Babat û kesên pê re hatin cem me û gotin “Ev der êdî yê me ye, ne yê we ye”. Gun, bi lêv kir ku pişt re êrîş li wan hatiye kirin, bavê wî ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û xwest ku bersûcên negirtî tên darizandin bên girtin. 

Yek ji şahidan Mahmût Gun ê roja bûyerê li wir bû jî bi lêv kir ku apê wî Ahmet Gun ji aliyê Siddik Babat ve bi awayekî zanebûn hedef hate girtin û vegot ku Babat guleyek berdaye serê apê wî. Gun, destnîşan kir ku apê wî Ahmet Gun ji ber nasnameya xwe ya siyasî ji aliyê bersûcan ve hedef hatiye girtin. 

Piştî îfadeyên bersûc û şahidan parêzerê Omer Yarar daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. Parêzerên bersûcên din jî anîn ziman ku dê di danişîna ewil de parastinê nekin. 

Dozgerê ku têkildarî girtinê mutala pêşkeş kir, xwest ku girtina bersûc Siddik Babat berdewam bike û şertên kontrola edlî yên derbarê bersûcên din de jî berdewam bikin. 

‘DELÎL JI HOLÊ HATIN RAKIRIN’ 

Parêzerên mexdûran axivîn û diyar kirin ku delîlên bûyerê ji holê hatine rakirin û delîlên heyî jî kêm hatine lêkolînkirin. Parêzeran da zanîn ku bersûc piştî bûyerê bi fermandariya leşkeriyê ya ku bi berhevkirina delîlan re wezîfedare re ketine diyalogê û gotine, “em tên” û ev jî nîşan dide ku delîl ji holê hatine rakirin. Parêzeran diyar kir ku raporên nexweşxaneyê yên Abdurrahîm Gun daxilî dosyeyê nehatine kirin, her wiha nehatiye tespîtkirin ku Gun bi sîlehê hatiye birîndakirin û xwestin delîl ji nû ve bên berhevkirin û nirxandin leşkerên bajarek din bên wezîfedarkirin. 

Parêzeran destnîşan kir ku cînayet bi hevkarî hatiye kirin û xwestin bersûcên ne girtî bên girtin. 

Dadgeha ku der barê Siddik Babat de biryara berdewamiya girtinê da, daxwaza girtinê ya bersûcên din red kir. Dadgehê biryar da ku li şivanê nêzî cihê bûyerê were guhdarîkirin, temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de û rapora balîstîkê ya Saziya Tiba Edlî ku der barê bûyerê de amade kiriye bê sererastkirin. Dadgehê danişînê taloqî 4’ê cotmehê kir. 

‘DIVÊ HEMÛ BERSÛC BÊN GIRTIN’

Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenter Newroz Ûysal got: “Ji roja Ahmet Gun hatiye qetilkirin heta îro lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin. Îro jî bersûc li danişînê bi destê darazê hatin parastin. Nexwestin bersûcan bînin eywana danişînê û heqîqet derkeve holê. Divê hemû bersûc bên girtin. Em ê nehêlin ku ev doz di tariyê de bimîne û heta hemû bersûcên tiliya wan di vê bûyerê de heye bên cezakirin, em ê dozê bişopînin.” 

'MUDAXILEYÎ DOSYEYÊ HATIYE KIRIN’ 

Ji parêzerên mexdûran, Ozum Vurgun jî da zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û ji ber ku malbata Babat di nava pergala cerdevaniyê ya dewletê de cih digire û şirîkê dewletê ye mudaxile li dosyeya di asta lêpirsînê de bû hatiye kirin. Vurgun got ew ê destûrê nedin ku doz bi bêcezahiştinê encam bide. 

Hevjîna Ahmet Gun, Dorî Gun û lawê Abdurrahîm Gun jî xwestin bersûc bên girtin û cezakirin.