Çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bîne’: Dawî li bêhiqûqiyê bîne

Di çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bîne’ ya li avahiyên AKP’ê tên lidarxistin de banga, “Dawî li vê bêhiqûqiyê bîne” hat kirin.

ÇALAKIYÊN DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNE

Çalakiyên “Dawî li tecrîdê bîne” ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hefteya 11’emîn li pey xwe hişt. Di çalakiyên ku li gelek bajaran li pêşiya avahiyên AKP’ê berdewam dikin de banga “Dawî li vê bêhiqûqiyê bîne” hat kirin.

EDENE

Polîsan destûr neda girseya ku xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê ya Edeneyê daxuyanî bidin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk, DEM Partî, Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER), (AYKAY-DER) li peyarêya li pêşiya avahiya AKP’ê ya Edeneyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Hevserokê DEM Partî yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr anî ziman ku ew ji bo bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê li pêşiya avahiya AKP’ê ne. Aydemîr diyar kir ku tecrîda Îmraliyê sûc û bêhiqûqî ye û xwest dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Zext nikarin me rawestînin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.

MÊRSÎN

Çalakiya ku xizmên girtiyan li Mêrsînê bi dirûşmeya “Dawî li tecrîdê bîne” dane destpêkirin, keta hefteya 11’emîn. Komeleya Alîkarî bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER), DEM Partî û gelek kes piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Dawî li tecrîdê bîne” hate vekirin û beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” ya bi Tirkî û Kurdî li xwe kirin. Polîsan girseya ku xwestin bimeşin pêşiya avahiya AKP’ê, asteng kirin. Girseyê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” çalakiya rûniştinê lidarxistin. Dayika Aştiyê Meryem Erbey di çalakiyê de axivî û anî ziman ku ew weke dayik şer naxwazin û got: “Em naxwazin kes bimire. Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe”