Ji Milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê

Milîsên HBDH’ê li Gebzeyê li dijî febrîqeyeke boyaxê, çalakiya sabotajê lidar xist.

ÇALAKIYA HBDH’Ê

Milîsên Eylem Ataş ên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê, çalakî lidar xist.

Di daxuyaniya têkildarî çalakiyê hatî dayîn de, ev tişt hate gotin: “26’ê Hezîranê li Kocaelî/Gebzeyê milîsên Eylem Ataş ên HBDH’ê bi teknîka sabotajê êrîşî febrîqeyeke boyaxê kirin. Çalakî weke bersiva li dijî operasyonên dagirkerî û îmhayê yên li Başûrê Kurdistanê didomin, hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de febrîqe bi temamî îmha bû û zirareke mezin çêbû. Milîsên me bi rengekî bi ewle, gihiştin qadên xwe.”