Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê” hat lidarxistin

Xizmên girtiyan û MATUHAYDER’ê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.

ÇALAKIYA "DENG BIDE AZADIYÊ"

Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Çalakî bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Rûmeta mirovahiyê dê êşkenceyê têk bibe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.

Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr Sonmez di çalakiyê de axaftineke kin kir û got ku heta polîtîkayên tecrîdê tên bidawîkirin dê çalakiyên xwe bidomînin. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.