BI DÎMEN

Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re: Li Colemêrgê hiqûqa mêtîngeriyê hat sepandin

Di daxuyaniya “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” de hate destnîşankirin ku mêtîngeran Şaredariya Colemêrgê desteserkirin û peyama berxwedanê hat dayîn.

“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya DEM Partiyê ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, li navçeya Elbaka Wanê ber bi Colemêrgê ve berdewam dike. Meşvan li Tesîsên Bêhnvedanê ya Ovayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta, “Rêzgirtina ji îradeyê re, em rê nadin qeyûman” hat vekirin. Di daxuyaniyê de bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. 

 Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di şexsê hevşaredarê me yê Colemêrgê Siddik Akiş de îradeya gelê Kurd hat desteserkirin û darbe lê hat kirin. Ev ji xeynî mêjiyê mêtingeriyê ya sedsalî tu tiştekî din nîne. Ev sedsal in îrade, hebûn, statû û mafê hilbijartinê yê gelê kurd ji dest hatiye girtin. Ev meşa rêzgirtina ji îradeyê re li dijî hişê faşîst û mêtingeriyê ye. Di heman demê de ev meş li dijî tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan û tecrîda li hemû girtîgehan e jî. Heta ku heq, hiqûq were welat, heta ku statûya gelê Kurd û zimanê zikmakî bi destûra bingehîn bê mîsogerkirin, wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike.” 

Ûçar destnîşan kir ku çalakiya wan tenê ne bi meşvanan re hatiye sînordarkirin di heman demê de dilê bi milyonan kes bi meşê re ye û wiha got: “Helbet wê demokrasî were vî welatî. Helbet wê ev demokrasî û edalet bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wan pêk were. Îro salvegera kuştina Vedat Aydin e. Vedat Aydin ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin. Em carek din Vedat Aydin bi rêzdarî bibîr tînin. Em carek din diyar dikin ku em ê bi gelê Colemêrgê re di nava berxwedanê de bin.” 

Piştî daxuyaniyê meşvan ji cihê bêhnvedanê ber bi navenda navçeya Elbakê ve dest bi meşê kirin.