DFG û MKG: Em ê bi hev re têbikoşin

Rojnamevanên ku biryara cezayê girtîgehê ya li ser rojnamevanan şermezar kirin gotin, "Em ê heqîqetê her tim bidin bihistin. Em ê bi hev re têbikoşin.”

MKG û DFG’ê der barê cezayê girtîgehê yê li 8 rojnamevan ku nav de nûçeyên JINNEWS û MA’yê jî hebûn her yekê 6 sal û 3 meh ceza hatibû birîn daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankara ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ û ‘ji rojnamevanan re azadî’ hat vekirin de, nûnerê Sendîka Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral û gelek rojnamevan tevli bûn.

Kurdiya metna daxuyaniyê Roza Metîna û ya Tirkî jî hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu xwend.

Roza Metîna da zanîn ku zext, binçavkirin û destdirêjiya darazê ya li hember rojnamevanan didome û wiha got: "Destdirêjiya daraz, binçavkirin û zextê ya li dijî rojnamevanan dewam dike. Bi taybet desthilatdarî dixwaze rojnamegevanên Kurd bi rêya darazê dorpêç bike û nehêle ku bixebitin. Bi operasyonên ev du sal in bi awayekî sîstematîk tên kirin polîs bi ser mal û saziyên xebatkarên çapemeniya azad de digirin. Dest datînin ser ekîpmanên wan û rojnamevan tên binçavkirin û girtin. Ji 8'ê Hezîrana 2022'yan heta niha herî kêm 34 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin binçavkirin û girtin. Rojnamevan bi awayekî neheq bi mehan di nava çar dîwaran de hatin girtin.”

Piştre Dîcle Muftuoglu mafê axaftinê girt û wiha got: “Bi cezayên li Enqereyê li 8 rojnamevanan hat birîn dixwazin ser heqîqetê bigirin. Em jî li vir careke din diqêrin û dibêjin rojnamevanî nikare bê darizandin. Ji 30 salî zêdetir e me wekî rojnamevanên Kurd li dijî bombekirin, qetilkirin û girtinê tu carî dev ji nivîsandina rastiyê berneda. Em ê wekî rojnamevanên Kurd li dijî vê biryarê jî gavê paşde neavêjin. Em ê di nava her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin. Em bang hemû rêxistinên pîşeyî û rojnamevanan dikin ku li dijî biryarên darazê yên rojnamevaniyê krîmînalîze dikin, bisekinin. Em bi hev re rûmeta rojnamevaniyê biparêzin, em bi hev re têbikoşin."

Piştî daxuyaniyê nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral û rojnamevan Hakki Boltan axaftin kirin û gotin ku ew ê bi cezayên wiha wê nikaribin pêşî li xebatên rojnamevaniyê bigirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.