Milîsên HBDH'ê li Gemlîkê agir berdan febrîqeyekê

Milîsên Şefîk Esen ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Gemlîk a Bûrsayê agir berdan febrîqeyekê.

ÇALAKIYA HBDH'Ê

Milîsên Şefîk Esen ên HBDH'ê ragihandin ku 2'ê Tîrmehê saet di 06:30'î de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê agir berdan febrîqeyeke keresteyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin û di encamê de febrîqe bi temamî şewitî ye, bi milyonan lîre xisara madî li febrîqeyê bûye.

Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên dagirkeriyê jî hate kirin û hate gotin, "Em ê li gel gerîlayên xwe yên azadiyê ku li dijî dagirkirina başûr li ber xwe didin, bi milîsên xwe yên bi biryar in ku çerxa mêtingeriyê ya sermayeyê bişikînin, bibin dengê zindanan. Em ê li her qadê li faşîzmê bixin."