HBDH: Divê li dijî êrîşên faşîst hemû gel yekîtiya xwe ava bikin

HBDH’ê li hemberî êrîşên faşîst nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Divê em li dijî polîtîkayên ku xizmeta faşîzmê dikin, derbikevin û hemû gelên bindest yekîtiya xwe ava bikin.’’

DAXUYANIYA HBDH’Ê YA TÊKILDARÎ KAYSERIYÊ

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên faşîst ên li ser Sûriyeyiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Naveroka daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye:

‘’Di salvegara qirkirinên Sêwas û Çorûmê de ku dewleta Tirk li hemberî kedkarên Elewî ev qirkirin pêk anî, pogrom û qirkirineke nû rû da. Li gel êrîşên li ser gelê Kurd, Elewî, Ermen û Rûm bi êrîşên penaberên Ereb ên ku ji ber şerî ji Sûriyeyê berê xwe dane Tirkiyeyê dewam dikin. Êrîşa li Qeyseriyê ya li dijî penaberên hejar û kedkar encameke polîtîkayên dijmintiyê yên dewleta Tirk in.

‘DIXWAZIN DI NAVBERA GELAN DE ŞER DERXÎNIN’

Penaber û koçberên Sûriyeyî ne dijminê çîna karker û kedkaran e. Her wiha ne jî berpirsiyarên krîza aborî ne.  Serdestên ku dixwestin di navbera gelan de dijminatiyê ava bikin, duh gelê Kurd, Elewî, Ermen û Rûm weke hedef nîşan didan. Îro jî penaberên Sûriyeyî weke hedef nîşan didin. Bi taybet jî ji aliyê hin partiyên faşîst ve penaberên Sûriyeyî weke sedem û çavkaniya xizanî, sefalet û hin pirsgirêkên civakî tên nîşandan. Ev polîtîkaya dijminatiyê wê bes zirarê bide têkoşîna me çînî û şerê me yê azadiyê. Têkoşîna yekbûyî ya karkeran û xwişk-biratiya gelan temînata rizgarbûn û azadiya me ye.

Polîtîkayên qirkirinê yên ku li Kurdistanê, li dijî Elewiyan û hêzên demokratîk ên şoreşger hemû caran ji bo berjewendiyeke hevpar bûn û ferqa wan ji êrîşên ku îro li dijî penaberên Sûriyeyî tên kirin, tune ye. Faşîzm weke hemû caran xwe dispêre şerê di navbera gelan de, êrîşên bêdawî û şeran. Em weke yekîtiyeke şoreşger a Tirkiyeyê û Kurdistanê bang dikin li hemû karker û kedkaran dikin ku bila girêdayî van yekan li hemberî polîtîkayên nîjadperest û faşîst li ber xwe bidin. Pir eşkere ye ku ger van êrîşan nedin sekinadin, di pêşerojê de dubare em ê bibin hedefa van êrîşan.

‘LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ HELWESTEKE AKTÎF WERE NÎŞANDAN’

Em dixwazin bi vê wesîleyê vê bangê li gelên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bikin ku rizgarbûna gelan girêdayî têkoşîna şoreşger ya yekbûyî ye. Rûxandina faşîzma  mêran a serdest, rizgarbûna jinan e. Divê em li dijî polîtîkayên ku xizmeta faşîzmê dikin, derbikevin û hemû gelên bindest yekîtiya xwe ava bikin. Divê gelên me di rêya doza rizgarbûn û azadiyê de li dijî faşîzmê xwe birêxistin bikin û tevlî refên mîlîs û gerîlayên HBDH’ê bibin. Li hemberî hemû êrîş û qirkirinan divê em amadekariyên çekdarî berfirehtir bikin. Em bang li hemû gelan dikin ku bila bibin şervanên aktîf ên vê têkoşînê.  Hêzên HBDH’ê ji bo ku erkên xwe yên pêşengtiyê bi cih bîne, amade ne. Ev doz, doza me hemûyan e, rizgarbûn û azadî armanca hevpar a me hemûyan e.’’