Bozan: Dewleta Tirk li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê dimeşîne

Alî Bozan diyar kir ku bêdengiya rojava ya li hemberî şewatên li Kurdistanê, encameke polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdistanê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk hiqûqeke dualî dimeşîne û ev jî hiqûqa mêtingeriyê ye.

ŞEWATÊN LI KURDISTANÊ

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ji bo welatên Kurd û Tirk ên li Tirkiyeyê hiqûqeke cuda tê meşandin û ev yek weke “hiqûqa mêtingeriyê” pênase kir. Bozan ragihand ku ev hiqûq bi taybetî di desteserkirina şaredariyên Kurd û mudaxilenekirina şewatên daristanan de xwe nîşan da.

PIŞTÎ HILBIJARTINÊN XWECIHÎ ZEXT ZÊDE BÛN

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê, zextên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan zêde bûne. Desthilatdariya ku di encama berxwedanê de li Wanê gav paşde avêt, li Colemêrgê hevşaredarê hatî hilbijartin girt û qeyûm li şûna wî tayîn kir. Ev rewş nîşan dide ku polîtîkayên “normalbûnê” gelê Kurd nagire nav xwe.

Dewletê mudaxileyî şewatên daristanên li Amed û Mêrsînê nekir, vê yekê nîşan da ku rejîma zextkar tenê bi qeyûman re sînordar nema. Bozan diyar kir ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketin û destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî şewatên li Kurdistanê, ji şewatên li rojavayê Tirkiyeyê cuda ye.

HIQÛQA MÊTINGERÎ Û BÊDENGIYÊ

Bozan diyar kir ku bêdengiya li hemberî şewatên daristanan, encameke polîtîkayên dewletê ya li hemberî Kurdistanê ye û got ku ev rewş di bîra welatiyên li rojava dijîn de bi cih bûye. Bozan ragihand ku dewleta Tirk hiqûqeke dualî dimeşîne û ev hiqûqa mêtingeriyê ye.

Bozan bilêv kir ku polîtîkayên qeyûm parçeyekî pêkanînên tecrîdê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got ku di demên ku tecrîd hatî girankirin de, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Kurdan tund bûye. Bozan anî ziman ku berxwedana li dijî derbeya qeyûm, di heman demê de ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan têkoşînek e.

LI ROJAVA NERAZÎBÛN NETÊRKER IN

Bozan ragihand ku bertekên muxalefeta civakî ya li hemberî desteserkirina îradeyê girîng in, bes netêrker in û destnîşan kir ku meseleya qeyûm êdî pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye, ne tenê ya Kurdan e.

Bozan diyar kir ku divê muxalefeta civakî li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê were xurtkirin û got ku divê berxwedan hem li meclîsê hem jî li kolanê bilind bibe.