BI DÎMEN

Parêzer Zaruhî: Pêwîste hemû parêzer tevlî kampanyayê bibin

Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan anî ziman ku divê rewşa ku Abdullah Ocalan tê de ye neyê qebûlkirin û bang li hemû parêzeran kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan re tevlî kampanyayê bibin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin û 40 meh in agahî jê najê girtin. Parêzerên li Kurdistan, Tirkiyeye û gelek welatên din ji bo biçin hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirin. Yek ji van parêzerên ji bo hevdîtinê serlêdan kir, parêzera Ermen Zaruhî Hovhanîsyan e. Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û serlêdana ji bo hevdîtinê ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan diyar kir ku wek parêzerekê wê erkeke mirovî dît ku tevlî kampanya ku parêzer biçin Îmraliyê bibe û wiha axivî: “Ez bawer dikim ku kampanyaya ji bo azadiya Ocalan û hevdîtina bi parêzeran re bigihejê aramanca xwe. Ev kampanya wê bandora xwe di milê qanûnê de bike, tecrîd û êşkenceya li ser Ocalan rabe. Pêwîste hemû parêzer tevlî vê kampanyayê bibin û bihêlin ku parêzer hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin.”

‘FIKIRÊN ABDULLAH OCALAN LI CIHANÊ BELAV BÛYE’

Parêzer Zaruhî Hovhanîsyan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî fikir û felsefeya azad e û got, “Îro fikr û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cihanê belav bûyê. Abdullah Ocalan ne ku tenê parastina mafê mirovan dike, fikrên Ocalan ji bo hemû mirovahiyê pir girîng in. Her wiha fikr û felsefeya Ocalan ji bo civakeke wekhev û azadiya jinê bi bandorê û her kes vê rastiyê dizanê. Cihana ku îro em tê de dijîn pewîstiya me bi fikr û felsefeya Abdullah Ocalan heye. Ji ber fikir û bîrdoziya Ocalan ji bo cihanêk aram, bê şer e, hemû mirov di nava aştiyê de dikarin  bi hev re bijîn.”

‘ABDULLAH OCALAN BI SALAN E DI HUCREYEKÊ DE TÊ DIGIRIN’

Parêzer Zaruhî li ser tecrîda Îmraliyê jî ev tişt anî ziman: “Tecrîda ku îro li ser Ocalan û hevalên wî tên meşandin derveyî qanûnê navxweyî û navnetewî ne û binpêkirina mafê mirovan e. Dema em dibêjin mafê mirovan; di milê qanûnê de mafê wan heye ku parêzerê wan biçin hevdîtinê bikin. Dewleta Tirk bi tecrîdê qanûnên navneteweyî bin pê dike. Ocalan di zîndanê de bin tecrîd û zexteke dijwar de digrin. Derbarê rewşa Abdullah Ocalan de min hinek lêkolîn kirin. Ocalan bi salane di hûcreyekê de bi tena serê xwe tê girtin û ji hemû mafê xwe yên mirovî bê par tê hiştin. Pewîstê ku ev rewşa heyî ya li ser Ocalan bi ti awayî neyê qebûlkirin.”