Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin û qetilkirin, lêgerîna edaletê didome

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin.

Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê û xizmên windayan, di hefteya xwe ya 130’emîn a bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de, li kolana Sanat a navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Feysel Aslan hatin pirsîn. Feysel Aslan di sala 1994’an de hatibû qetilkirin û êşkence li cenazeyê wî hate kirin. Birazaya Feysel Aslan, Rojda Aslan çîroka wî xwend.

ÎZMÎR

Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê li ber Sumerbanka berê daxuyanî da.

Nûnerên rêxistina civakî ya sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de faîlên Îkram Mihyaz hatin pirsîn. Îkram Mihyaz 5’ê Tîrmeha 1994’an hate revandin û piştre hate qetilkirin. Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHD’ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, Tirkiya wê jî ji aliyê Hevserokê Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê Alî Aydin ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber 20 sal li ser dosyaya Îkram Mihyaz re derbas bûne, dosya hatiye girtin û ev peyam hate dayîn: “Di sûcên ku li dijî mirovahiyê hatine kirin de, dem derbasbûna dosyayê ne pêkan e. Bila faîl bêceza nemînin.”