PKK: Rêveberiya PDK'ê û malbata Barzanî xiyanet hîn mezin kirine

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê diyar kir ku PDK û malbata Barzanî xiyaneta xwe derbasî qonaxeke bilind kiriye û hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike hedef. PKK'ê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê bang kir.

DAXUYANIYA PKK'Ê

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê bi vî rengî ye:

Tevgerên mezin û rêberên mezin bi pîvan, şêweyên xwe yên jiyanê û têkoşîna xwe, tevgerên biçûk û lîderên biçûk jî bi bêpîvanî û xiyaneta xwe di dîrokê de bi cih dibin.

Di şerê azadiyê de ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakarî û lehengiyeke dimeşînin, rêveberiya PDK'ê li dijî gerîla bi artêşa Tirk û MÎT'ê re dixebite. Li Hewlêrê navenda koordînasyona hevpar a navbera artêşa Tirk û pêşmergeyan; di navbera MÎT û Parastinê de jî Odeya Parvekirina Îstîxbaratê hatiye avakirin. Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan ev hevkarî gelek caran li pêşberî çapemeniyê eşkere kir. Di malperên înternetê yên Serokatiya Fermandariya Giştî û Wezareta Karên Derve yên Tirk de nexşeyên qereqol û baregehên Tirk ên bi hevkariya bi PDK'ê re hatine avakirin bi eşkere têne weşandin.

RÊVEBERIYA PDK'Ê Û MALBATA BARZANÎ XIYANET DERBASÎ QONAXEKE BILIND KIR

PDK û malbata Barzanî baş zanin ku hevkariya bi dewleta Tirk, bi artêşa Tirk û MÎT'ê re dike hevkariya bi dijmin re ye, di nava gel de jî ev yek big otina xiyanetê tê pênasekirin. Ji bo karibe di vê têkiliya xwe ya bi lanet de tenê nemîne, hevkariya bi dewleta Tirk re li ser hikumeta Bexdayê û rêveberiya YNK'ê ferz dike, ji bo vê jî bi desthilatdariya Erdogan re dîplomasiyeke hevpar dimeşîne. Serdanên Hakan Fîdan, Îbrahîm Kalin û Tayyîp Erdogan ên li Bexda û Hewlêrê parçeyek ji vî karî ye.

Rêveberiya PDK'ê û malbata Barzanî ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên wê yên li Başûrê Kurdistanê helwesteke biçûk a dijber nîşan nade û gotineke bi tenê jî nake, xiyaneta ku ji xwe re kiriye mîna pîşeeykî gihandiye asteke bilind. Hêzên ku mîna wê xiyanetê nakin û hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike hedefa Tirkiyeyê.

Rojnameya Xebat a PDK'ê di hejmara xwe ya 14'ê Gulanê de bi manşeta 'PKK'ê li Silêmaniyeyê hêza çekdar ava kir. Vê hêzê jî dişîne Qendîl û Rojava' bajarê Silêmaniye û rêveberiya wê kir hedefa dewleta Tirk. PDK bi weşanên bi vî rengî Tirkiyeyê teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyeyê bike. PDK ku beriya niha bi xiyaneta 31'ê Tebaxa 1996'an re li gel tankên Saddam kete nava HewLêrê, niha jî bi dewleta Tirk a dagirker gefê li gel û rêveberiya Silêmaniyeyê dixwe. PDK, malbata Barzanî û rojnameya Xebat baş zanin ku ne rêxistiniyeke PKK'ê li Silêmaniyeyê heye, ne jî hêzeke xwe ya leşkerî heye. Ev yek dereweke erzan e, bi zanebûn hatiye kirin, dereweke ji bo armancekê hatiye kirin.

XIYANET NAYÊ JIBÎRKIRIN Û HESABÊ WÊ TÊ PIRSÎN

Baş e rastî û rasteqînî çi ye?

PKK û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrîşên dijmin ji bo parastina Kurdistanê her tim û li her cihî di xizmeta Kurdistaniyan û mirovahiyê de ne.

Mîna sala 2014'an, ku gava çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê kirin, bi banga alîkariyê ya Mesûr Barzanî weke mîna çemekî geş ji çiyê herikî deştê. Dîrok her wiha xiyanetê jî qeyd dike. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku di ser xiyanetê re dem derbas nabe, xiyane nayê jibîrkirin û zû an jî dereng wê hesabê wê bê pirsîn.

Di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd li çar parçeyan bi heman ruh û hestî têkoşîna azadiyê dimeşîne, rêveberiya PDK'ê û malbata Barzanî bi dijminên gelê Kurd re dibin yek, xiyanet ji xwe re kiriye mîna pîşeyekî û di xiyanetê de israr dike. Barzaniyên ku di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de ji bo piştgiriyê tevlî mîtîngên AKP'ê bûn, piştgirî da bloka AKP-MHP-Huda Parê ku di qirkirina Kurdan de şirîkê hev ê sûc in. Li şûna ku li Rojava li kêleka hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser bisekine, piştgiriyê dide dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê. Li Başûrê Kurdistanê li şûna ku li ber êrîşên rojane û dagirkeriya dewleta Tirk rabe, li ber gerîlayên azadiyê radibe ku li dijî van êrîşan têdikoşin.

Rewşa objektîf, rastiya leşkerî û siyasî û rasteqînî ev e. Lewma girêka ku divê destpêkê bê vekirin ev girêk e. Nedîtina vê gef û xerabkariyê, biçûkdîtina xiyanetê, nêzîkatiya sist a li hemberî hevkariya bi dijmin re tê wateya piştgiriya bi xiyaneta PDK'ê û Barzaniyan re. Lewma divê Kurdistaniyên welatparêz, partî, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar û hunermend li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê rabin û nehêlin xiyanet belav bibe."