BI DÎMEN

Ciwanên Mexmûrê: Ziman yekane rêya xwenaskirinê ye

Ciwanên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku ji bo zimanê Kurdî divê li cîhanê zagonek taybet were avakirin û wiha gotin: “Ji bo ku em hebûn û rastiya xwe bidin îfadekirin, divê em zimanê xwe di astekî herî pêş de pêş bixin û xwedî lê derbikevin.”

ROJA ZIMANÊ KURDÎ

Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî 15’ê Gulanê roja zimanê Kurdî ji ANF’ê re axivîn û gotin tekane rêya xwe naskirinê ziman e.

‘PIRTÛKEK DÎROKÎ YA CIVAKÊ YE’

Şîlan Bûdak diyar kir ku ziman hîmê bingehîn ê civakê pêştêxe ye û got: “Zimanê herî kevnar yê ku di nava Rojhilata Navîn de koka xwe belavkirî, zimanê Kurdî ye. Di nava van çiqên zimanê cîhanê de, zimanê Kurdî weke çiqek şikestî maye. Roja zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd rojekî gelek girînge. Dema em dibêjin roja zimanê Kurdî, destpêkê divê em berxwedana ku li hemberî dijimin didin jî berçav bigirin. Ji ber ku berxwedana me hemû ji bo pêşxistin û bidestxistina zimanê Kurdî ye. Dema ku em dibêjin ziman, di nava paşeroj û pêşerojê de weke pirekê ye ku mirov bi wê hem paşeroja xwe nas bike û hem jî pêşeroja xwe saz dike. Ziman weke pirtûkek dîrokî ya civakê ye, eger gel zimanê xwe bizanibe wê kevnariya xwe, xak û çanda xwe jî bizanibe.”

Bûdak bilêv kir ku ziman ne tenê xwe ravekirin yan jî hest û hêviyên xwe anîna zimane, di heman demê de wekî mertalekê jî mirov dikare xwe pê biparêze û wiha domand: “Di roja îro de zimanê Kurdî heta axaftina peyvek bi Kurdî jî weke tiştekî herî xirab tê destgirtin û rastî bişaftinan tê. Dewletên yekbûyî ku roja 21’ê Sibatê weke roja zimanê dayîkê yê cîhanî îlan dikin, armanca wan di vêderê de cihêrengî û lihevhatina netewan bide avakirine. Lê di îlankirina vê rojê de bi hezaran ziman di bin bişaftinê de ye û yek ji wan jî zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî, zimanê wêjeyî, çandî û xwe îfadekirina gelê Kurd e. Rêber Apo jî dibêje, ‘Zimanê Kurdî bingehê civaka me pêk tîne, ji bo wê jî pêwîste em biparêzin’. Eger em vê erkê parastin û pêşxistinê di xwe de nebînin ev kêmaniyeke. Zimanê Kurdî li ser vê erdnîgariyê her tim rastî êrîş û bişaftinan hatiye. Eger zimanê me heta niha hatiye parastin, ev bi saya şehîdên me û berxwedana gerîlayan a ku di çiyayan de pêş dikeve. Her wiha bi saya wêjevan û rojnamevanên me yên ku bi salane li ser vê erdnîgariya dîrokî axivîne û hebûna zimanê Kurdî dayîne parastin.”

Şîlan Budak axaftinên xwe wiha bidawî kir: “Wek jinek ciwan daxwaza min ew e ku zimanê Kurdî bikaribe hebûna xwe di cîhanê de biparêze û ji aliyê dewletên ku bikaribin ziman biparêzin ve weke zagonek taybet bê afirandin. Ku ev ziman bikaribe hebûna xwe di nava civakê de bide domandin.”

‘XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERBIKEVIN’

Dilgeş Îsmaîl jî anî ziman ku dema mirov mijara ziman binirxîne, divê mirov aliyê zimanê Kurdî yê dîrokî û hebûnî baş bizanibe û wiha peyîvî: “Dema mirov berê xwe dide dîroka zimanê Kurdî, dîroka ku ji koka gelê Arî hatî, bi milyonan sale heta roja îro bi berxwedanê xwe dide berdewamkirin. Xwe dayîna naskirina gelê Kurd a herî li pêş, ziman e. Gelê Kurd bi zimanê xwe şoreşa xwe pêkanîne, bi wê ve girêdayî berxwedana xwe ya herî mezin a li hemberî faşîzmê her tim bi zimanê Kurdî daye pêş û bi awayekî serkeftî ev berxwedan heta roja îro jî didome. Eger mirov bixwaze zimanê Kurdî nas bike, pêwîste mirov ne bi awayek giştî bigire dest. Gelê Kurd di aliyê ziman de pir hesas in û vê hesasiyetê jî diparêzin. Niha zimanê Kurdî di nava çar zimanên herî kevin de, ya herî zêde hebûna xwe dayî domandine. Li her beşek ê Kurdistanê bi zaravayekê tê axaftin, lê di rastiyê de koka wan zimanan Kurdî ye. Gelek netewan xwestiye vî zimanî tine bikin û zimanê xwe li ser vî zimanî bide ferzkirin. Lê hebûna zimanê Kurdî û feraseta wê ya xwezayî nehiştiye ku ev dewlet û netewên faşîst bandorek nerênî li ser bike. Ji bo ku em hebûn û rastiya xwe bidin îfadekirin, divê em zimanê xwe di astekî herî pêş de pêş bixin û bê ku bi bişaftinê re rû bi rû bihêlin xwedî lê derbikevin.”

Dilgeş Îsmaîl herî dawî bang li hemû gelê Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin, kok û netewa xwe ji bîr nekin û got: “Ji bo ku em bibin yek divê em kok, xweza û civaka xwe nas bikin û tekane rêya xwe naskirinê jî ziman e.”