BI DÎMEN

Gerîlayan Hakî Karer bi bîr anîn

Gerîlayên HPG û YJA Starê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer bi bîr anîn û gotin, "Bi hêza ji gel û Rêberê xwe werdigirin em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin."

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Ji gerîlayên YJA Starê Xemlîn Cûdî di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê bi hezkirin û minetdarî bi bîr anî û got, "Şehîd Hakî hevalek bû ku di nava koma destpêkê ya Rêber Apo de bû. Hevlaê Hakî ku şoreşgerekî enternasyonal bû di demekê de ku faşîzma Tirk herî giran bû, doza Kurdan pejirand û di têkoşîna me de kedeke mezin da. Tola hevalê Hakî bi avakirina tevgera PKK'ê hate hilanîn. PKK ji destpêkê ve tevgereke ku xwedî taybetmendiyeke enternasyonal e."

Xemlîn Cûdî got, "Dewleta Tirk a faşîst ji bo tinekirina tevgera PKK'ê her cûre çekan bi kar tîne. Her wiha di medya xwe de jî derewan dike û ji bo lawaziya xwe veşêre hewl dide gel bixapîne û serketinên PKK'ê veşêre. Lê belê dewleta Tirk a faşîst çi dike bila bike wê nikaribe gelê Kurd û gerîla tine bike. Hevrêtiya PKK'ê mîna deryayekê ye. Ji her ol û nijadî mirov hene. Ji Elman, Ereb, Suryan, mirov pêl bi pêl tevlî derya PKK'ê dibin û di oxira jiyaneke wekhev û demokratîk de têdikoşin. Bi taybetî jin li dijî serweriya mêr a heft hezar salî çareseriyê di nava PKK û PAJK'ê de dibînin, lewma ji her ziman û olî tevlî nava têkoşîna azadiyê dibin. Ji ber ku haya jinan ji hêza Rêbertî heye."

Xemlîn Cûdî bal kişand ser êrişên artêşa dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û got, "Weke gerîlayên YJA Starê îdîaya me gelekî mezin e. Bi hêza ku ji gelê xwe û Rêberê xwe werdigirin em ê têkoşîna xwe hîn xurt bikin."

Ji gerîlayên HPG'ê Egîd Botan jî bal kişand ser taybetmendiyên enternasyonal ên Hakî Karer û got, "Hevalên Hakî Karer û Kemal Pîr ji hevrêyên koma destpêkê ya Rêbertî bûn. Bi vê têkiliya hevrêtiyê re tevgera me gihîşt vê astê. Tevlîbûna enternasyonal li nava tevgera me ya azadiyê bi dilsoziya hevrêtiya di dema koma destpêkê de hêza xwe werdigire. Kes nikare li hemberî hêza tevgereke bi vî rengî bisekine."

Egîd Botan diyar kir ku sira serketina wan a di şerê Metîna, Zap û Avaşînê de ev hevrêtî ye, dilsoziya bi şehîdan re ye, hêza wan a neteweyî ye û got, "Artêşa Tirk a faşîst çiqasî çekên taktîk nukleer bi kar bîne jî nikare berxwedêriya me bişikîne. Operasyonên şoreşgerî yên gerîla ku di zivistanê û biharê de pêk anîn mînaka vê yekê ye."

Ji gerîlayên HPG'ê Erîş Xoy jî bla kişand ser hevrêtiya li nava tevgera PKK'ê û dilsoziya bi armancê re û got, "Hevalê Hakî ji roja ku Rêber Apo nas kir heta şehadetê bi fedakariyeke mezin tevlî vê dozê bû, kedeke mezin da ku ev yek ji bo me cihê sûdwergirtinê ye. Hevalek bû ku bi îdeolojiya Rêberê me re bûbû yek, xwedî hevrêtiyeke xurt bû." Êriş Xoy anî ziman ku ew deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd in û li ser bingeha hevrêtiyeke rast wê têkoşîna xwe mezin bikin.

Êriş Xoy diyar kir ku ruhê hevrêtiyê yê PKK'ê hîn mîna roja destpêkê zindî ye û got, "Mînakên herî mezin ên vê yekê jî têkoşîna li Metîna, Zap, Avaşînê ye ku hîn jî dewam dike. Li gel zor û zehmetiyan, li gel bikaranîna çekên kîmyewî û çekên NATO'yê jî gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk a faşîst bi motîvasyoneke mezin şer dikin."