Dadgeha Bexdayê wê têkildarî îtîraza Barzanî bicive

Dadgeha Federal a Bilind a li Bexdayê wê ji bo nirxandina îtîraza Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bicive.

Di 6’ê Gulanê de serokê demborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê rawestîne.

Di nivîskiya gilînameyê ya Barzanî de wiha hatibû gotin; “Biryara Dadgeha Federal a dabeşkirina Herêma Kurdistanê li ser 4 herêmên hilbijartinê, kêmkirina hejmara kursiyên parlamentoyê ji 111 kursiyan bo 100 kursî ne destûrî ye û binpêkirina mafên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.”

Dadgeha Federal a Iraqê îro li ser çend giliyan civiya, yek ji wan jî giliyê Mesrûr Barzanî bû, lê Dadgeha Federal derbarê giliyê Barzanî de ti biryar neda û rûniştinê taloqî 21 Gulanê kir.