Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne 5 kes hatin binçavkirin. Bi heman hincetê herî kêm 43 Kurd girtî ne.

Dewleta Îranê bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê terorê dike.

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, doh li Rojhilatê Kurdistanê 5 kes bi sedema ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne hatin binçavkirin.

Li gor nûçeyê navên kesên hatine binçavkirin wihane; Hejar Mehmudî, Dilşad Şadab, Basit Qadirzade, Zahir Hacî Pur û Semîh Mehmudî ne.

Beriya niha jî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi heman sedemê çend kesên din jî hatibûn girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji Newroza îsal ve herî kêm 43 çalakvan, hunermend û welatiyên Kurd bi sedema tevlî merasîmên Newrozê bûne, li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam hatine girtin.