Ji bo 30'ê Hezîranê demeke kurt ma, ku biryar e wê rojê hemû kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê bêne girtin.
PDK li hemberî vê biryarê li ber xwe dide, lê hikumeta navendî ya Iraqê jî israr dike ku pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de herî dawî biryar hate dayin ku hemû dibistanên li kampan bêne girtin.
Lewma bi bidawîbûna xwendinê û destpêkirina betlaneya salê re Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir giranî dan ser vegera li cih û warên xwe.
Tenê hefteya derbasbûyî zêdeyî 20 malbat vegeriyan ser cih û warên xwe û li gund û komalgehan bi cih bûn.
Ji van kesên ku hefteya derbasbûyî vegeriyan 13 malbat vegeriyan Sîba Şêx Xidir.
Jiyana li kampan roj bi roj hîn giran dibe.
Li gorî agahiyan, li gel saziyên perwerdeyê, her wiha gelek saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê jî li kampan nema bi têrkerî kar dikin.
Rayedarên Iraqî û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê diyar kirin ku heta niha zêdeyî 11 hezar kesî navê xwe qeyd kirine ji bo vegerin ser cih û warên xwe.
Her wiha qeydkirina navan a ji bo vegera li Şengalê jî dewam dike.
Dema dawî bi taybetî jî 12'ê Gulanê 180 malbatî xwestin vegerin Şengalê, amadekariyên pêwîst li kampan kirin, lê belê ji ber astengiya PDK'ê nekarîn li cih û warê xwe vegerin.
Astengiya PDK'ê ya li pêşiya vegera koçberên li kampan her wiha bû sedem ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê li Dadgeha Federal a Iraqê giliyê malbata Barzaniyan bike.
Rûniştina li ser mijarê jî wê di 30'ê Hezîranê roja girtina kampan de pêk were.
PDK ji bo nehêle penaberên Şengalî vegerin ser cih û warên xwe serî li gelek rê û rêbazan dide.
Herî dawî parlamentera PDK'ê Viyan Dexîl bi vê armancê daxuyanî da û qaşo vegera gel a li Şengalê weke qirkirinê pênase kir.
Xelkê Şengalê van hewldanên PDK'ê ji fermana 2014'an qut nabîne.