JIN
Hemû Nûçe
-
Rehîngirtina Sumeyye Gok û Dînç hat şermezarkirin
TJA'yê rehîngirtina aktîvîst Sumeyye Gok û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê M. Miraç Dînç şermezar kir. -
'Kobanê di heman demê de doza jinan e'
Ji KBG'ê Tulay Korkûtan diyar kir ku tiştên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ji bo jinan weke 'sûc' têne pênasekirin, wan hemû bi hev re kirine û got, "Ev doz doza me ye, ya ku dixwazin darizînin têkoşîna me ya hevpar e." -
Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê: Ziman hebûn e, hebûna xwe biparêzin!
Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û bang li civakê kir ku bi pêşengiya dayik û jinan Kurdî bikin zimanê jiyanê. -
Jinan zêdetirî 450 nameyên 'Îmraliyê' ji CPT'ê re şandin
Endamên meclîsên jinan ên li Maînz, Wîesbaden û Bîngenê xebatên xwe dimeşînin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan name ji CPT’ê re şandin. -
Li Dihokê cenazeyek hat dîtin
Cenazeyê jinek ciwan di robarê Dêrelok a ser bi navçeya Amêdiyê de, hate dîtin. -
Meclisa Jinan a DBP'ê: Çalakiyên me wê heta azadiya Abdullah Ocalan dewam bike
Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî got, "Çalakiyên me wê heta azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dewam bike" û berxwedana girtiyan silav kir. -
TJK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo di 15'ê Gulanê de li Strasbourgê bin!
TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiya ku wê di 15'ê Gulanê de li Strasboûrgê were li darxistin, kir û got: ‘’Roj roja seferberiya azadiya Rêber Apo û piştevaniya gerîlayên têkoşer e.’’ -
Festîvala 18'emîn a Zîlan îsal di 15'ê Hezîranê de tê lidarxistin
Festîvala jinan a Zîlan ku îsal cara 18'emîn tê lidarxistin, wê di 15'ê Hezîranê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pêk were. -
Dayikên Aştiyê: Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye
Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan çalakî lidar xistin û diyar kirin ku diyariya herî mezin a ji wan re bê dayin aştî ye. -
TJA: Ji bo gelê Kurd jin û dayik bingehê civakbûnê ne
Tevgera Jinên Azad (TJA) di Roja Dayikan de daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya rolê dayikan a di nava civakê de. -
Bi pêşengiya TekoJIN’ê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan li Stûttgartê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 3 sal in agahî jê nayê girtin, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî, serbixe azad" meş li dar xistin. -
Cenazeyê Dayika Aştiyê Ferîde Karsû hat veşartin
Cenazeyê Dayika Aştiyê Ferîde Karsû ya 71 salî li Farqînê hat veşartin. Jiyana Dayika Ferîde bi têkoşînê derbas bû. -
Êşkenceya li Girtîgeha Şakranê hate protestokirin
Bi pêşengiya TJA’yê, êşkenceya li dijî Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên li Girtîgeha Şakranê tên ragirtin, hate protestokirin. -
Jinên Efrînî bi rêya çandiniyê mîrateya xwe li koçberiyê jî diparêzin
Fela Îbrahîm, di nava baxçeyekî biçûk ê mala xwe de bi hêviya vegera li mala xwe ya li Efrînê, çandiniyê dike. -
Êşkenceya li dijî 2 girtiyên jin hat protestokirin
Jinan ji bo piştgiriya Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên bi sorkirina gardiyanan li Girtîgeha Jinan a Şakranê rastî êrîşa girtiyên edlî hatin ji ber deriyê girtîgehê bang kirin. -
YE’yê qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan qebûl kir
Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê ji ber ku li ser pênaseyek hevpar li hev nekirin, yekem qanûnên Ewropayê yên ku tecawizê ji holê radike û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê armanc dike qebûl kirin. -
Li Qamişloyê meşa jinan a li dijî tecrîdê
Li Qamişloyê jin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Bîlançoya meha Nîsanê: 10 rojnameger hatin binçavkirin
MKG'ê ragihand ku êrîşên li ser çapemeniya azad dewam dikin û diyar kir ku di meha Nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin. -
Du jinên ku di protestoyên ji bo Wanê hatin girtin li qawîşa edlî rastî êrîşê hatin
Li Îzmîrê du jinên ku di çalakiyên protesto yên ji bo Wanê de hatin girtin di qawîşa edlî de rastî êrîşê hatin. Hat zanîn ku di dema êrîşê de gardiyanan bi ken li êrîşê temaşe kirine. -
Di Nîsanê de herî kêm 30 jin hatin qetilkirin
JINNEWS'ê rapora li ser tundiya li jinê ya meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Nîsanê de herî kêm 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û zarokek bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Dûîsbûrgê bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
Jinan bi gotina “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe qebûl nakin” bi sedan nameyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’ê re bişînin amade kiribûn, şandin. -
Wê Konfederasyona Jinên Ciwan a Suriyeyê bê avakirin
Di konferansa jinên ciwan de, biryar hat girtin ku têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê mezinkirin û ji bo avakirina konfederasyona jinên ciwan a Suriyeyê xebatên pêwîst bên meşandin. -
Meclîsa Jinan a DBP'ê: Li dijî şer û tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin
Meclîsa Jinan a DBP'ê destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di vê demê de dengê herî xurt û têkoşîn divê li ser bingeha dijberiya li şer be." -
'Bi rabûna Rêber Apo re jinê gavên ber bi azadiyê ve avêtin'
Jin di bin desthiladariyek pir mezin de derbas bû, lê bi derketina Rêber Apo û şoreşa Rojava re jin ber bi azadiya xwe ve çû, di nav her qadên jiyanê de cihê xwe girt û ji bo tevahî cîhanê jinên Rojava bûn nimûneyek berbiçav. -
Di meha Nîsanê de 32 jin hatin kuştin, 13 jin bi gumanbarî mirin
Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê 32 jin bi destê mêran hatin kuştin, 13 jin jî bi gumanbarî mirin.