'Kobanê di heman demê de doza jinan e'

Ji KBG'ê Tulay Korkûtan diyar kir ku tiştên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de ji bo jinan weke 'sûc' têne pênasekirin, wan hemû bi hev re kirine û got, "Ev doz doza me ye, ya ku dixwazin darizînin têkoşîna me ya hevpar e."

DOZA KOBANÊ

Doza Kûmpasê ya Kobanê wê sibe pêk were û tê payin ku biryar bê dayin. Ji rêxistiniya Jin bi hev re xurt in (KBG) Tulay Korkûtan ji ANF'ê re axivî û got, "Ev doz rojeva me ya bingehîn e, ji ber ku em hemû jinên têne darizandin nas dikin. Em hinekan nas nekin jî em têkoşîna wan nas dikin. Mînak di 8'ê Adarê de, di 25'ê Mijdarê de yan jî têkildarî tundiya mêr de gotin, daxuyaniyên hatine dayin di gilînameyê de hatine bicihkirin. Tiştên ku weke 'sûc' hatine pênasekirin, me hemû bi wan jinan re kirin. Me bi hev re 8'ê Adarê bi rêxistin kir, 25'ê Mijdarê bi rêxistin kir, li dijî tundiya mêr em bûn deng. Ya ku tê xwestin bê darizandin têkoşîna me ya hevpar e. Lewma doza bi navê Kobanê hatiye destpêkirin dozeke kûmpasê ye. Bi îdîayên bêbingeh dixwazin têkoşîna jinan krîmînalîze bikin."

YA KU DIXWAZIN DARIZÎNIN TÊKOŞÎNA ME YA HEVPAR E

Tulay Korkûtan bi bîr xist ku bi jinên ku niha têne darizandin ew dengê aştiyê bilind dikin û got, "Hevalên me yên li wê derê têne darizandin, di heman demê de ew hevalên me ne ku li kolanan me bi hev re têkoşîn meşandin. Me bi hev re ji şer re gotin na. Em bi hev re li dijî kiryarên DAÎŞ'ê yên li dijî jinên Êzidî rabûn. Doz bi xwe bêbingeh e. Têkoşîna hevalên me yên li wê derê têne darizandin doza me ya hevpar e, ya ku dixwazin darizînin doza me ya hevpar e. Lewma em bang li jinan hemûyan dikin ku di 16'ê Gulanê de li Enqereyê bin."