BI DÎMEN

Bi pêşengiya TekoJIN’ê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Jinên ciwan li Stûttgartê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 3 sal in agahî jê nayê girtin, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî, serbixe azad" meş li dar xistin.

AZADIYA ABDULLAH OCALAN

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Bi dehan enternasyonalîst û jinên ciwan ên Kurd saet di 14:00’an de li Wilhelmsplatzê hatin cem hev, pankarta "Jin jiyan azadî, serbixe azadî”, wêneyên Abdullah Ocalan û alên TekoJIN hilgirtin.

Di tevahiya meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî", "Ciwan fedayiyên Apo ne" û "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin.

Ciwanan diyar kirin ku 3 sal in agahî ji Rêberê xwe Abdullah Ocalan êdi zindanê de dîl tê girtin, nagirin û fikarên xwe anîn ziman.

Di daxuyaniyê de  ev tişt hatin gotin: “Divê hemû jin û ciwan ji bo jiyana azad têbikoşin û heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber pêk neyê, civak jî nikare bigihêje azadiya xwe.” Daxuyanî wiha berdewam kir: “Piştî zilma bi hezaran salan îro em li şûna koletî û şer rêya xweparastin, jiyana demokratîk û civaka demokratîk hildibijêrin. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê armanc dike ku gerîlayên jin ên azad li çiyayên Kurdistanê tune bike. Li çaraliyê cîhanê, jinkujî bûyereke rêzê tê dîtin û bi bilindbûna olperestiya tundrew re hewl didin jinên ciwan bi hin civakan ve irê bidin û mafên wan ên çarenûsa xwe diyar bikin jî bi sînor dikin. Bi rêya qenalên dijîtal, Instagram, TîkTok, Netflîx hwd. û rêzefîlmên televîzyonê ji têkoşînê dûr bixin . Em dikarin ji bo cîhanek bêtir dadperwer û azad bi yekîtî û hevgirtinê têbikoşin. Werin em bi hev re ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û hemû gelên bindest xwedî li ber xwe bidin. Em bi hev re xurt in û em ê ti carî serî netewînin. Heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê her roj mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin."