Êşkenceya li Girtîgeha Şakranê hate protestokirin

Bi pêşengiya TJA’yê, êşkenceya li dijî Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên li Girtîgeha Şakranê tên ragirtin, hate protestokirin.

ÊŞKENCEYA LI GIRTÎGEHÊ HATE PROTESTOKIRIN

Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez di dema protestoyên Wanê yên li Îzmîrê de hatibûn binçavkirin û girtin û ew şandibûn girtîgehê. Di girtîgehê de gef li wan hatin xwarin û êşkence li Sedanûr û Sîbelê hat kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê mijarê de li Wanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê hate dayîn. Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokên DEM Partî yên Begirî û Rêya Armûşe û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kûrt ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Kûrt bal kişand ser rewşa girtiyan û got: “Li girtîgehan êşkence û tecrîd didome û desthilat dixwaze binpêkirina mafên girtiyan veşêre. Sîbel û Sedanûr di dema berxwedana Wanê de hatin girtin. Dema parêzer bi wan re hevdîtin kir derket holê ku her du jin ji hêla karmendên girtîgehê ve gef li wan hatine kirin û hatine tacîzkirin. Her du jinên ku xistin qawişa edliyan bi êrişa girtiyên edlî re rûbirû man.”

Kûrt, destnîşan kir ku weke TJA dê her tim li cem hevalên xwe yên li girtîgehan li ber xwe didin, bin û wiha berdewam kir: "Em bang li şandeyên dadgehê dikin ku bila nebin hevkarê polîtîkayên desthilatê. Girtî niha li dijî polîtîkayên tecrîdê di nav berxwedanê de ne. Em careke din bang li saziyên demokratîk dikin ku xwedî li girtiyên siyasî derkevin. Berxwedan jiyan e û ji bo jiyaneke azad û wekhev dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, çepik û tilîliyan bi dawî bû.