JIN
Hemû Nûçe
-
KJK: Jin azad nebe ked jî azad nabe
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ji bo xatirê ked û kedkaran divê sîstema bi serweriya mêr bê hilweşandin û got, "Heta ku jin azad nebe jiyan, heta ku jiyan azad nebe ked azad nabe." -
KJK: Hevrê Pelîn di xet û armanca xwe de zelal bû
Koordînasyona KJK'ê endama Konseya Rêveber Pelîn Yilmaz bi bîr anî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk dagirker de şehîd bû. KJK'ê got, "Di xet û armana xwe de zelal bû. Di têkiliyan de dilnizm bû." -
TJK-E wê li Ewropayê çalakiyên 'Diyalogên bi jiyana azad re' lidar bixe
TJK-E'yê diyar kir ku di 3'ê Gulanê de bi navê 'Diyalogên bi jiyana azad re' wê li gelek navendên Ewropayê çalakiyên cuda lidar bixe. -
Ji TJA'yê peyama 1'ê Gulanê: Bi keda jinê jiyan azad dibe
Tevgera Jinên Azad (TJA) bal kişand ser keda jinê û got, "Jiyana azad bi keda jinê ava dibe." -
PAJK: Hevrêya me Pelîn şehîd bû
PAJK'ê diyar kir ku Pelîn Zozan 27'ê Çileya 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. PAJK'ê got, "Têkoşîna hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna hevrêyên xwe û jinan mezin bibe ku ji bo azadiyê her roj li ser piyan e." -
Li Tehranê 16 sal cezayê girtîgehê li jinekê hate birîn
Li paytexta Îran Tehranê, 16 sal cezayê girtîgehê û 15 sal cezayê bêparmayina ji mafên civakî li jineke bi navê Nêrgiz Nasirî hate birîn. -
Hura Nîkbext a li Girtîgeha Evînê li dijî darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kir
Hura Nîkbext ku ji aliyê rejîma Îranê ve li Girtîgeha Evînê ya li Tahranê tê girtin, li dijî bêdengiya cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kir. -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Me li hemberî vê pergalê serî netewand û em natewînin jî!
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya têkildarî rêziknameya Wezareta Tenduristiyê ya nû û plansaziya çalakiyên xwe de peyama ku ew ê li hemberî êrîşên li ser maf û destkeftiyên jinan li ber xwe bidin, da. -
Li dijî komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê ‘Dîwarê aştiyê’
Jinên ku li Samandagê li dijî komkujiyên Elewiyan ‘Dîwarê aşitiyê’ çêkirin, diyarkirin ku jinên Elewî ên li Sûriyeyê ne bi tenê ne û wiha hate gotin, “Bibin dengê jinên Elewî, bila her kes vê qîrînê bibihîze.” -
Agahî ji bijîşka aktivîst Mehranh Beluc nayê girtin
Agahî ji 3 aktîvîstên ku bijîşk Mehrang Beluc jî di nav wan de ye û ji girtîgehê bi lêdanê hatin derxistin nayê girtin. -
'Kuştina jinan bi îdîaya xwekuştinê nikare bê nixumandin'
Platforma Jinan a Wanê ji ber mirina bi guman a sê jinan a nava hefteyekê li bajêr, daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Dr. Nelly Jazra: Jinên Kurd ne tenê rahiştine çekan, her wiha civakê diguherînin!
Dr. Nelly Jazra anî ziman ku lêgerîna jinên Kurd a li mafên xwe bi têkoşîna li dijî mêtingeriyê tê meşandin û got, "Jinên Kurd ne tenê rahiştine çekê, her wiha civakê jî diguherînin. Li ber pîvanên zayendîperestiya civakî radibin." -
Li Şamê li dijî belavokên cudakariya zayendî nerazîbûn
Li paytexta Sûriyeyê Şamê tevî ku biryarek fermî nîne jî li ser veguhestina giştî belavokên li ser ‘Hişyarî: aliyê piştê tenê ji bo jinan hatiye veqetandin’ hat nivîsandin. Ev yek rê li ber nerazîbûnê vekir. -
ROJIN: Em ê li ser rêya Gurbetelliyan meşa xwe dewam bikin
ROJIN’ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û got, “Ji bo rastî nemirin, em ê li ser rêya Gurbetelliyan meşa xwe dewam bikin.” -
YRJ’ê têkildarî roja Rojnamevaniya Kurd daxuyanî da
YRJ’ê têkildarî roja Rojnamevaniya Kurd daxuyanî da û soz da ku têkoşîn wê bidome, heqîqet wê derkeve holê û tarîtî wê were astengkirin. -
Di mewlûda Sakîne Arat de banga gavavêtinê hat kirin
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku destê Kurdan a ji bo aştiyê dirêj kiriye hê jî li hewa ye û anî ziman ku gavên berbiçav nehatine avêtin. -
Gulîz Kaya: Li Tirkiyeyê jin têne qirkirin
Berdevka Meclîsa Jinê ya Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulîz Kaya ragihand ku li Tirkiyeyê di bin komkujiyên jinan de polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê hene. -
Li Amedê jinan şitlê daran çandin
Li Amedê jin ji bo çandina şitlên daran hatin ba hev. -
Li Qersê jinek hate qetilkirin
Li Qersê di şerê navbera malbatan de Zohre Yildirim jiyana xwe ji dest da. -
Ji KJK'ê peyama sala 20'emîn: Em Ronesansa Jinê pêk bînin
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 20'an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, "Em sedsala 21'ê bikin serdema azadiya jinê, têkoşîna ji bo avakirina sîstema konfederal a demokratîk bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin." -
Ji Îranê cezayekî metirsîdar: Stran li 7 hunermendên jin hate qedexekirin
Li eyaleta Xuzistanê ya Îranê ji bo îfadeyê bang li 7 hunermendên jin hate kirin û gotina stranan li wan hate qedexekirin. -
Şaredariya Florensayê hemwelatîbûna rûmetê da Pexşan Ezîzî
Şaredariya Floransa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da rojnamevan Pexşan Ezîzî ya ku li Girtîgeha Evînê girtiye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. -
KBDH’ê nerazîbûn nîşanî tundiya zayendî ya li hemberî jinên hatine binçavkirin da
Konseya Giştî ya KBDH’ê, nerazîbûn nîşanî tundiya zayendî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî jinên binçavkirî û nasnameyên zayendî yên bindest da û got, “Yên ku van tundiyan pêk tînin wê hesab bidin.” -
Halîde Turkoglû: Jin dikarin civakê biguherînin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di hevdîtina jinan a li Meletiyê de got ku têkoşîna jinan ewlehiya civaka demokratîk e û wiha got: “Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike, jin in.” -
Meclîsa Jinan a DBP’ê wê ji bo 3 mehan xebateke berfireh bide destpêkirin
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî civîna 12’ê Nîsanê ya li Amedê, daxuyanî da û ragihand ku ji meha Gulanê û şûnde wê li bajar, navçe û taxan ji bo 3 mehan dest bi bernameyeke xebatê ya berfireh bikin.