Cenazeyê Dayika Aştiyê Ferîde Karsû hat veşartin

Cenazeyê Dayika Aştiyê Ferîde Karsû ya 71 salî li Farqînê hat veşartin. Jiyana Dayika Ferîde bi têkoşînê derbas bû.

Endama Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Ferîde Karsû ya 71 salî ji ber nexweşiya dil li Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ferîde Karsû piştî wecîbeyên olî li goristana gundê Fişatê ya navçeya Farqînê hate veşartin.

Ferîde Karsû di sala 2018’an de emeliyatek giran derbas kir û bi kursiya biteker digeriya.

JIYANA WÊ BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛ

Dewleta Tirk gelek caran bi hinceta “alîkariya gerîla dike” bi ser mala Ferîde Karsû ya 71 salî de girtin, hevjîn û zarokên wê di binçavkirinê de bi êşkenceyên giran re rû bi rû man. Kurekî wê di bin çavan de 90 rojan êşkenceyeke giran lê kirin û hat girtin. Di sala 1991’an de ji aliyê dewleta çeteyên Tirk ve mala wan hatin şewitandin û neçar man li navenda Amedê bi cih bibin. Li vir jî di sala 1995’an de kurekî wê hate binçavkirin û bi qasî mehekê êşkenceya giran lê kirin. JIyana Karsû li ber deriyê girtîgehê û hesreta azadiya girtiyan derbas bû.

Dayika Ferîde ku li Stenbolê têkoşîna xwe berdewam kir, kurê wê serhat Karsû tevlî gerîla bû, di sala 2011'an de li Çewlîgê dîl hate girtin. Piştî êşkenceya giran ji hêla dadgehê ve hat girtin û 3 caran cezayê muebeta giran lê birîn. Niha li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê di hucreyê de tê ragirtin.

Piştî vê girtinê sê neviyên din ên bi navê Evîn, Berxwedan û Mazlûm tevlî gerîla bûn. Neviyê wê Mazlûm (Andok Farqîn) di Berxwedana Serdemê de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê di 11’ê Adara 2018’an de şehîd bû.

Yek ji kurên wê jî xebatkarê çapemeniya azad bû. Ew jî neçar ma ku li Ewropayê li sirgûnê bijî. Dayika Ferîde bi hesreta dîtina zarok û neviyên xwe li ber deriyê girtîgehê jiyana xwe derbas kir.