Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em tifaqa jinê ya herî xurt ava bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû starta kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” da û got: “Em ê tifaqa jinê ya herî xurt ava bikin.”

MECLÎSA JINAN A DEM PARTIYÊ

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, li navenda giştî ya partiya xwe starta kampanyaya bi sernavê “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin” bi civîna çapemeniyê da.

Turkoglû, di destpêka axaftina xwe de 33 kesên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin bibîranîn û diyar kir ku dê xeyalên ciwanan nîvco nehêlin.

Turkoglû, 12'emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aştiyê de dijîn. Ev model wan bi rê ve dibe. Tirkiye li şûna ku Şoreşa Gelên Rojava bi aştiyane pêşwazî bike hewl dide ku têk bibe. Em baş dizanin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ku polîtîkaya xwe ya 12 salan a dijminatiya li dijî Rojava ava kiriye, îro dixwaze bidomîne. Hewldanên asayîbûnê bi Sûriyeyê re dixwaze pêş bixe. Em baş dizanin ku li vir mijara bazariyê kurd e û şoreşa jinê ya ku gelê kurd li wir afirandiye.”

Turkoglûyê bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û wiha axivî: “Li vir dagirkirinek heye. Ji ber êrişan gund hatin valakirin û welatiyan gundê xwe valakirin. Divê demildest ev êriş bên rawestandin.”

Turkoglûyê, diyar kir ku di nava 6 mehên dawiyê de 205 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û wiha domand: “Lê li şuna ku desthilat li dijî qetilkirina jinan raweste hewl dide ku malbatibûnê bi hêz bike. Sererastkirinên 9'emîn Pakêta Darazê de mijara paşnavê tê wateya serdestiya mêr a li ser jinê. Wê yekê ji xwe wek wezîfeyek dibîne. Ev yek tê vê wateyê ku li malê mêr serdest bin. Malbat li gorî vê yekê bên dizayn bikin. Jin dê di rewşa duyemîn de bin.”

Turkoglûyê, di berdewama axaftina xwe de wiha behsa kampanyaya nû kir: “Em ê bi vê kampanyayê jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cihanê bînin cem hev. Dê li dijî şer tifaqa herî mezin ava bikin. Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinên Tirk û femînistan dê bi têkoşîneke hevpar li dijî rejîma qeyûmê têbikoşin û rejîmê têk bibin. Dê rê nedin polîtîkayên xespkirina destkeftiyên jinan. Jehrkuja faşîzmê têkoşîna jinê ye û piştevaniya jinê ye. Em ê li her bajarî li dijî qeyûm û şer, bi rêxistinî têbikoşin û çalakiyên xwe mezin bikin."  

Turkoglûyê, daxuyand ku di şaredariyên ku desthilat hewl dide xesp bike dê bi feraseta “hilberîn û birêvebirinê” û pergala hevserokatiyê polîtîkayên aborî yên civakî bixin meriyetê û got: “Ji bo jiyaneke bi rûmet, azad û wekhev û her wiha li dijî xizaniyê em ê li bajaran hevdîtinan pêk bînin.”

Turkoglûyê, di axaftina xwe de wiha behsa polîtîkayên şerê taybet kir: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet di serî de jinên kurd û jinên ciwan ên kurd hedef digire. Tundiya bi unifomayî, hişbir, destdirêjî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Desthilata AKP’ê û MHP'ê, têkoşîna jinan, nasnameya jinan û destkeftiyên jinan bi polîtîkayên şerê taybet hedef digire. Em jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn li dijî polîtîkayên şerê taybet dê li taxan xebatên xwe yên rexistinbûnê mezin bikin. Her wiha em ê polîtîkayên îktîdarê teşhîr bikin û hesabê bipirsin. Her wiha di atolyeyên xweparastinê de em ê xwe bighînin jinên ciwan û em ê rê nedin qetilkirin û bikaranîna hişbirê."

Turkoglûyê, bal kişand ser rêgeza pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û esaskirina gotina jinan û got: “Deskêftiyên jinan her roja ku derbas dibe mezin dibin. Em dizanin ku ev têkoşîn li her derê li dijî serdestiya mêr rêya berxwedanê nîşan da ye. Dema ku em di nava xwe de bi têgihiştinên serdest ên mêr re têdikoşin; meclîsên me yên jinan bi rêxistinbûna xwe ya xweser dibin kirdeya guhertinê. Ji ber vê yekê em ê meclîsên xwe yên jinan hîn xurtir bikin û li cihên ku meclîs tuneye. meclîsên jinan ava bikin.”

Turkoglûyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca kampanyaya me rêxistinbûna jinê ye û dê di konaxa yekem de Konferansa Rêxistinbûna Jinan bê lidarxistin. Ji îro ango ji 20'ê tîrmehê heta 5'ê tebaxê li bajaran, di 23'yê Tebaxê de Komxebata Rêxistinbûna Jinan, li Enqerê jî di 12 -13'yê Îlonê de jî konferansa rêxistinbûna jinan dê bên lidarxistin. Weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya têkoşîn û rêxistinbûnê ya 6 mehan em deklare dikin. Rêxistinbûn, atolye, çalakî, hevdîtin hwd. bi piştevaniya jinan di pêvajoyên polîtik û civakî de hevdîtina li dar bixin.

Bijî piştevaniya jinan, Jin jiyan azad.”