Dayikên Aştiyê: Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye

Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan çalakî lidar xistin û diyar kirin ku diyariya herî mezin a ji wan re bê dayin aştî ye.

Meclisa Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan li pêşiya avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî dan. Partiya Herêmên Demkratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de jî tev li daxuyaniyê bûn.

Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz di daxuyaniyê de got ku zarokên wan li cem wan nînin lewma Roja Dayikan ji bo wan weke “roja reş” derbas dibe. Eryilmaz, wiha domand: “Dema zarokên me hatin cem wê demê ev roj dê ji bo me bibe Roja Dayikan. Li ser serê me balafir difirin û me aciz dikin. Her ku diçe tecrîd girantir dibe. Em dixwazin ev pirsgirêk êdî bi dawî bibin. Hem pirsgirêka dayikên kurd hem jî ya dayikên tirk heman e. Banga min a ji bo her kesî ev e; şer tiştekî baş nîne. Bila aştî bê, ji girtîgehan cenaze dernekevin, dayika hêsiran nebarînin, bila aştî û aramî bê welatê me.”

Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û partiyiyan piştî daxuyaniyê qurnefîl dan dayikan.

ÎZMÎR

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê jî bi boneya Roja Dayikan li Qada Konakê hatin gel hev û heta Îskeleyê meşiyan. Di meşê de bi zimanê kurdî û tirkî pankarta “Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye” hate hilgirtin. Her wiha dirûşma “Bijî berxwedana dayikan” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Dayika Aştiyê Hanîfe Zengîn piştî meşê axivî û got ku îroj ji bo wan roja xemgîniyê ye. Zengîn, anî ziman ku zarokên wan li girtîgehan hatine qetilkirin û wiha domand: “Zarokên me di hucreyên yekkesî yên girtîgehan de bi gelek nexweşiyan dikevin û dimirin. Mîna hemû dayikan em jî dixwazin zarokên me li ba me bin. Weke dayikên dilê wan biêş, em ji bo vî welatî aştî, edalet û azadiya zarokên xwe dixwazin.”

Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.