JIN
Hemû Nûçe
-
KJAR-Ewropayê ji bo parastina şoreşa jinê bang kir
KJAR-Ewropayê ragihand ku êrişên li ser Rojava êrişa li dijî şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ye û ji bo parastina destketiyên şoreşa jinê ya Rojava bang kir. -
SOHR: Ji destpêka salê û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin
SOHR'ê ragihand ku ji destpêka sala 2024'an û vir ve li Sûriyeyê 227 jin hatin qetilkirin. -
TAJÊ bang li parlamenta Swîsreyê kir: Bikin ku dewleta Tirk û DAÎŞ bêne darizandin
TAJÊ ji parlamenta Swîsreyê re nameyek şand, ku beriya çend rojan qirkirina Êzidiyan nas kir û bal kişand ser metirsiya DAÎŞ'ê ya bi hevkariya dewleta Tirk li ser herêmê tê kirin. TAJÊ xwest, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê bêne darizandin. -
Werîşe Mûradî: Têkoşîn û berxwedan didome
Girtiya jin a siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya li Îranê girtî ye di peyama xwe ya bi boneya 22’yê Kanûnê Roja Jin û Dayikan de diyar kir ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomîne. -
Rojnamevana ku li ber heqareta polîsan rabû, kete ber lêpirsînê
Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsin hate vekirin ku Deger li hemberî heqaretên zayendî yên polîsan nerazîbûnên xwe nîşan dabû. -
TAJÊ komkujiya Parîsê şermezar kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komkujiya Parîsê şermezar kir û diyar kir ku kesên komkujiya Parîsê pêk anîn, heman kes in ku îro li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dikin. -
Jin çûn serdana şîna Cîhan Bîlgîn
Jin çûn serdana şîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn a hatî qetilkirin. -
Rojnamevanên jin ên Başûr: Ew ê nekaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin, “Dewleta Tirk ji Çapemeniya Azad ditirse. Ti hêz wê nekaribe çapemeniya azad bêdeng bike.” -
KJK: Heta ku kujerên rasteqîn bêne darizandin, em têkoşînê mezin bikin
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera dueymîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bang li gel kir ku heta kujerên rasteqîn bêne darizandin têkoşînê mezin bike û ji bo çalakiyên ji 23'ê Kanûnê heta 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir. -
Deklarasyona Meclîsa Jinan a Sûriyeyê
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê têkildarî pêvajoya li welêt deklarasyonek ragihand û ji bo gavên bên avêtin, bang kir. -
ROJIN: Hovîtî nikare şopdarên heqîqetê bitirsîne
ROJIN’ê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got, “Kesên ku di tarîtiyê de xwe vedişêrin, bila her tim ji lêgerîvanên heqîqet û ronahiyê bitirsin. Hovîtî û komkujiyên we, nikare me şopdarên heqîqetê bitirsîne.” -
YPJ’ê nasnameya 2 şehîdên berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê ragihand
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Arjîn Merwan û Zeyneb Welat ên di berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Li dijî dijmin bêyî dudilî û bêtirs li ber xwe dan.” -
Konferansa 3'yemîn a Jinên Kurd a herêma Krasnodarê pêk hat
Konferansa 3'yemîn a Jinên Kurd a Herêma Krasnodarê ya Rûsyayê hate lidarxistin. -
TJK-E: Soza me ji şehîdên Parîsê re, em ê şoreşa jinê mezin bikin
TJK-E’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi bîr anîn û agahiyên têkildarî dîroka çalakiyên ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê, parve kir. -
YPJ: Divê di asta kurewî ya cîhanê de em berxwedanê mezin bikin
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku armanca çeteyên SMO yên dewleta Tirk a ji DAÎŞ’ê berhevkiriye, dagirkirin û îlhaqkirina tevahiya Rojava ye û bang li gel û jinên cîhanê kir ku dengê xwe bilind bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. -
Encamnameya Konferansa Jinan a DBP'ê hate eşkerekirin
Encamnameya Konferansa Jinan a 3'yemîn a DBP'ê hate eşkerekirin ku bi dirûşma 'Bi jin a rêxistinbûyî û azad em civaka azad ava dikin' hatibû lidarxistin. -
Gaziyên jin: Em ê tola şehîdan rakin
Gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Gelên herêmê li ber xwe didin û zarokên wan jî di eniyên şer de li hember dagirkeriyê destanên qehremaniyê dinivîsin. Em berxwedana gel û şervanên azadiyê pîroz dikin, em amade ne beşdarî şer û xebatan bibin. -
Konferansa Jinan a DBP’ê: Divê em ji bo azadiya Ocalan hîn bêhtir têbikoşin
Meclîsa Jinan a DBP'ê bi dirûşmeya “Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin” 3’yemîn Konferansa Jinan lidar xist. -
YPJ: Şervana me Berçem Kobanê di êrîşa hewayî de şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku şervana wan Berçem Kobanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye. -
Li dijî şer zincîra ji jinan: Jinên hatine revandin sedema têkoşîna me ne
Jinên ku bi pêşengiya DAKAP’ê li hev civiyan, li dijî şer zincîra aştiyê ava kirin. Jinan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, “Jinên êşkence û tundiyê dibînin hinceta têkoşîna me ne.” -
KJK-PAJK: Xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin!
Koordînasyonên KJK û PAJK’ê diyar kirin ku yekane plana rejîma faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina Kurd e û wiha gotin, “Rojava şoreşa me hemûyan e, xwedî li şoreşa xwe ya jinan derkevin.” -
DAKB: Em 14’ê Kanûnê beşdarî çalakiyan bibin, xwedî li Rojava derkevin
Yekîtiya Jinên Ewleyî yên Demokratîk, ji bo parastina Rojavayê banga beşdariya çalakiyên li Ewropayê kir -
Li Berlinê li dijî tecrîdê zincîra ji mirovan
Jinan li Berlinê bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava zincîra ji mirovan çêkir. -
Îranê cezayê girtîgehê li 15 jinên Behayî birî
Îranê cezayê girtîgehê li 15 jinên Behayî birî û qedexeya derketina derveyî welat jî li jinan hate birîn. -
Milîsên jin li dijî faşîstê MHP’î çalakî li dar xistin
Milîsên Jinên Agir û Rojê ji bo silavkirina berxwedana Rojava li dijî faşîstê MHP’î çalakî li dar xistin.