Rehîngirtina Sumeyye Gok û Dînç hat şermezarkirin

TJA'yê rehîngirtina aktîvîst Sumeyye Gok û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê M. Miraç Dînç şermezar kir.

Di 4’ê kanûna 2021’an de li taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê birayê Serokê navçeyê yê berê Cîhan Guven, Tahîr Guven di êrişekî çekdarî de hate kuştin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê li tevahiya Şirnexê hatiye destpêkirin de 24 kes hatin binçavkirin. Piştî hedefnîşandana Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Suleyman Soylû hedef nîşan da, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) M. Mîraç Dînç hatin girtin. Dozgerî bi îdiayên “Kuştina bi plankirî”, “Xerakirina yekitî û yekparbûna dewletê” xwest Gok û Dînç bi cezayê muebetê werin cezakirin.   Danişîna dozê têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin dê di 17’ê gulanê de were lidarxistin. 
 
TJA berî ku danişîn were lidarxistin li pêşiya Rêxistina navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xwest daxuyaniyê bide. Polîs bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiyê heye, destûr neda daxuyaniyê. Bi ser vê yekê aktîvîstên TJA’yê bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî rewşê dan û di baxçeyê avahiyê partiyê de daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên navçe û navenda Şirnexê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Dorşîn Gok ne bi tenê ye” û “Vîn û têkoşîna jinan nayê darizandin” hatin hilgirtin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Nurcan Alturk daxuyanî xwend.


ÊLİH
TJA'yê jî li ber Rêxistina DBP'ê ya Êlihê daxuyanî da. Di çalakiya bi beşdariya nûnerên DEM Partî, TJA û saziyan de pankarta "Têkoşîn û vîna jinê nayê darizandin" hate vekirin. Aktîvîsta TJA'yê Ruken Zerya Işik diyar kir ku ev doz komplo ye.