BI DÎMEN

Li Qamişloyê meşa jinan a li dijî tecrîdê

Li Qamişloyê jin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

JIN LI DIJÎ TECRÎDÊ MEŞIYAN

Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişlo li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan, meşek lidar xist.

Meş ji pêşiya Dermanxaneya Deham a li taxa Kurnîş destpê kir û heya Çerxerêya El Felahîn a li heman taxê dom kir.

Bi sedan jinên ku endamên sazî û dezgên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî di navan de hebûn, beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên wekî, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Kujer Erdogan” hatin berzkirin.

Piştî meşê li Çerxerêya El Felahîn ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hat kirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku ew wek jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana Abdullah Ocalan silav dikin. Şîraz Hemo got: “Şerê li Îmraliyê şerê keramet û hebûna me ye, lewma em ê jî dijî tecrîdê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Şîraz Hemo bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tecrîdê û da zanîn ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan vala hatiye derxistin.

Şîraz Hemo da zanîn ku di krîza li Rojhilata Navîn de mifteya çareseriyê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Jin jiyan azadî” bidawî bû.