TJA: Ji bo gelê Kurd jin û dayik bingehê civakbûnê ne

Tevgera Jinên Azad (TJA) di Roja Dayikan de daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya rolê dayikan a di nava civakê de.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayik nûneriya hêza jiyanî û afirêneriyê ya jinan a di nava civakê de, dike.

Hat destnîşankirin ku bi hezaran sal in jinan civakbûn pêş xistiye û bingehê çand, jiyan û afirêneriyê afirandiye.

Hat gotin ku bi taybetî jî dayikên Kurd ji bo parastina rûmeta civakê di bin navên cur be cur de li ber xwe dane û sîstema faşîst tirsandine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayik wijdana civakê ne û li dijî bêmafiyan bi wêrekî têdikoşin. TJA’yê RAGİHAND ku Zextên sîstema faşîst a li hemberî dayikan zêde bûne û gelek dayikên Kurd hîn jî li girtîgehan girtî ne. TJA’yê ev tişt jî got: “Jin û dayik ji bo gelê Kurd qasî bingehê civakbûnê, nafê pêşengî û serbilindiyê jî ye. Ronahiya ku li ber destê Dayika Uveyş mezin bûyî, heta roja îro di şexsê dayikên Kurd de gihişt qêrîneke gerdûnî. Di tarîtiya 12’ê Îlonê de ku qirkirin dihat ferzkirin, dayikên me bêyî tirs xwedî li zarokên xwe derketin. Li dijî zilmê dayikên me carna bûn Dayikên Şemiyê, carna Dayikên Aştiyê, carna Dayikên Laçik Spî, carna jî Dayikên Edaletê û nehêlan ku civak ji rûmeta xwe û nirxên xwe yên mirovî dûr bikeve.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna dayikan tenê bi erdnîgariya Kurdan re sînordar nemaye û li seranserî cîhanê gelek dayik û jin têkoşînên bi heman rengî dimeşînin. Hat diyarkirin ku dayik di lêgerîna edaletê de ne û ji bo guhertina civakî pêşeng in.

TJA’yê herî dawî di daxuyaniya xwe Roja Dayikan pîroz kir û bal kişand ser rol û têkoşîna dayikan a di nava civakê de.