Jinan zêdetirî 450 nameyên 'Îmraliyê' ji CPT'ê re şandin
Endamên meclîsên jinan ên li Maînz, Wîesbaden û Bîngenê xebatên xwe dimeşînin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan name ji CPT’ê re şandin.
Endamên meclîsên jinan ên li Maînz, Wîesbaden û Bîngenê xebatên xwe dimeşînin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan name ji CPT’ê re şandin.
Meclîsên jinan ên li bajarên Maînz, Wîesbaden û Bîngen ên Elmanyayê xebatên xwe dimeşînin, di çarçoveya kampanyaya ji hêla Tevgera Jinên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û ji CPT, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê nameyan dişînin de, zêdetirî 450 name şandin.
Jinan diyar kirin ku ew tecrîda Îmraliyê qebûl nakin û gotin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re aştî” mezin bikin.