JIN
Hemû Nûçe
-
KBDH'ê li dijî kapîtalîzma patrîarkal banga mezinkirina serhildanê kir
Konseya Giştî ya KBDH'ê bal kişand ser komkujiya madenê ya li Erzînganê û komkujiyên li jinan têne kirin û li dijî kapîtalîzma patrîarkal banga mezinkirina serhildanê kir. -
Şandeya jinên Kurd li Nepalê qala hêz û azadiya jinan kirin
Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jinên Nepalî re hatin cem hev û derbarê şoreşa jinan a Rojava de agahî dan. Jinên Nepalî bi heyraniya xwe ya ji bo berxwedana jinên Kurd anîn ziman. -
Bertekên li dijî tundiya zayendî: Ev êrîş wê bi hevgirtinê bên şikandin
OGK'ê têkildarî tundiya zayendî ya polîsan a li hemberî endamên xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de peyam hat dayîn ku bi hevgirtinê ev êrîş dikarin bên şikandin. -
‘Em kesên ku ji bo hêza xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin hişyar dikin’
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê kesên ku beriya hilbijartinên herêmî bi hedefgirtina têkoşîna azadiya jinê re şerê taybet dimeşînin hişyar kir. -
Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê jinek ji aliyê zilamê ku beriya du salan dest jê berdabû ve bi çekê hat qetilkirin. -
Li Bendava Duhokê mirina bi guman a jineke Êzidî
Hate ragihandin ku cenazeyê jineke Êzidî ku li kampa Domîze jiyan dikir, li bendava Duhokê hate dîtin. -
Li Rihayê jinek hate qetilkirin
Li Taxa Kamberiye ya navçeya Halîliyeyê zilamê bi navê Kanan Şamlioglû, hevjîna xwe ya bi navê Nîhal Şamlioglû bi çekê qetil kir. -
DEM Partiyê beyannameya hilbijartinê ya jinê eşkere kir
Di beyannameya hilbijartinê ya jinê ya DEM Partiyê de ji bo jinan gelek proje hatin ragihandin. -
Ji Yekîtiya Jinên Şoreşger ê Efganistanê daxuyaniya 15'ê Sibatê
Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA), di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, peyamek ji entenasyonalîstên li Rojava re şand. -
TJA'yê belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinê eşkere kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên herêmê eşkere kir. -
Besê Erzîncan: Şêweyê têkiliya ku sîstem ferz dike, jinê dike kole
Besê Erzîncan anî ziman ku şêweyê têkiliyê yê ku sîstem ferz dike jinê dike kole û got, "Li dijî mejiyê desthilatdarî û dewletê divê têkoşîn bê meşandin. Eger têkoşîn neyê kirin hevaltî û têkiliyeke rast nikare bê danîn." -
Jinên Rojhilatî, Îran û Efgan ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Efganistanê piştgirî dan pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka Kurd re' û bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
TJA: Eger em berxwedana li dijî komplo û tecrîdê mezin bikin, em ê rizgar bibin
TJA'yê li dijî komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Bi mezinkirina berxwedana li dijî komplo û rejîma tecrîdê em ê karibin rizgariya civakî pêk bînin." -
Kongra Star: Li dijî komployê em ê şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin
Kongra Star li dijî komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got, "Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê têbikoşin û şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin." -
'Weke jinên Ereb em li ser rêya Rêber Ocalan in'
Ji Komîteya Jinê ya El Meşlab a li Reqayê Kinana Abdo got, "Weke jinên Ereb em ê li ser rêya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bimeşin." -
YJA Star: Em ê bi ruhê berxwedanê yê Apoyî komployê têk bibin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Weke fedaiyên Rêber Apo bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ku li Avaşîn, Zap, Metîna û herî dawî li Girê Amediyê hate nîşandan û bi rêbaza lêdanê em ê komployê di sala 26'an de têk bibin. -
Kongra Star: Em ê ji Erdoganê faşîst hesab bipirsin
Meclîsa Kongra Star şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ku 11’ê Sibatê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi bîr anî û got: “Weke jin em ê hesab ji Erdoganê faşîst bipirsin.” -
Jinan serdana çalakiya greva birçîbûnê kir
Komûna Jinan a Meryem, çalakvanên li Esslîngenê dest bi greva birçîbûnê kiribûn ziyaret kir û nêzî 200 qertpostal şandin Îmraliyê. -
Jinên Êzidî û Ereb wê li dijî komployê înîsiyatîfa hevpar ava bikin
Komxebata bi pêşengiya TAJÊ (Tevgera Jinên Azad a Êzidiyê) û Meclîsa Jinên Ereb li ŞEngalê hat lidarxistin de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hatin nîqaşkirin. -
YPJ’ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 11’ê Sibata 2024’an de, fermandara wan a gazî Sorxwîn Rojhilat û şervana wan a gazî Azadî Dêrik şehîd bûne. -
PAJK'ê bang kir: Di salvegera komployê de li her qadê berxwedanê geş bikin
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang kir ku li her qadê berxwedan bê geşkirin, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin. -
'Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşa vejînê ye'
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen diyar kir ku pêwîste jin hemû xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin, ji ber ku şoreşeke vejînê afirand. -
Jinên Tolhildêr li Stenbolê wesayitên faşîstan şewitandin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li navçeyên cuda yên Stenbolê çar wesayit şewitandine. -
SMJÊ ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir
Jinên ji Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li bajarê Kolnê banga tevlîbûnê kirin. -
RAWA: Jinên Efgan û Kurd wê li dijî êrîşan bi hev re bixebitin
Civaka Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA) êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kir û diyar kir ku şoreşa jinên Kurd ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn çavkaniya hêviyê ye.