DEM Partî: Li dijî dayikên Kurd hiqûqa dijminatiyê tê sepandin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê destnîşan kir ku li dayikên Kurd êşkenceya lêgerîna tazî tê kirin û got: ‘’Hiqûqa dijminatiyê tê sepandin.’’

DAYIKÊN HATINE DÎLGIRTIN

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) di têketina Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê de li rastî miameleya xirab û binpêkirinên mafan hatine.’’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di têketina girtîgehê de li dayikan êşkenceya lêgerîna tazî hatiye sepandin û ev yek hatin gotin: ‘’Dayikên ku li hemberî êşkenceya lêgerîna tazî nerazîbûnên xwe nîşan dane, bi saetan li cihê ku jê re dibêjin kulûbe, hatine sekinandin û piştre jî ew birine şikbeya demkî. Sê dayikên ku di 11’ê Tîrmehê de hatine binçavkirin, ji 18’ê Tîrmehê heya niha hê jî li van binkeyên demkî tên girtin.’’

‘PÊDIVIYÊN BINGEHÎN NEHATINE DABÎNKIRIN Û HIQÛQA DIJMINATIYÊ HATE SEPANDIN’

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ev yek jî anîn ziman:

"Roja ewil ji dayikan re weke xwarin bi tenê sê nanên tisî hatine dayîn. Her wiha betenî û singerên ku beriya niha hatine bikaranîn û nehatine dezenfektekirin, dane dayikan. Betenî û singerên paqij piştî demeke dirêj hatine dayîn.

Her wiha dayikên berbehs xwendin û nivîsandinê nizanin û ji bo dabînkirina pêdiviyan li wan daxwaznameya nivîskî tê ferzkirin. Ji ber vê yekê dayikan demeke dirêj nekarine pêdiviyên xwe bi cih bînin. Dîsa di 16’ê Tîrmehê de du saetan carekê di bin navê lêgerînê de hemû eşyayên aîdî dayikan ji aliyê gardiyanan ve hatine belavkirin û di kêliyên lêgerinê de dayikên ku nexweşên kronîk, di bin germa rojê de hatine sekinandin.

Her wiha tê zanîn ku gardiyan gelek caran bi cismên hişk li deriyên binkeyan dixin, bi derxistina dengên zêde dayikên girtî aciz dikin û ditirsînin.

Em van kiryarên we yên ku hûn bi hiqûqa dijminatiyê disepînin, qebûl nakin. Demildest dawiyê li van kiryarên xwe yên derqanûnî bînin û wan dayikan serbest berdin!’’