Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KBDH'ê, diyar kir ku bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re hêrsa jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe û got, “Ji Tirkiyeyê heta Bakurê Kurdistanê, ji Sûriyeyê heta Efganîstan, Îran/Rojhilat û Fîlîstînê, ji ber ku sîstemên kapîtalîst û paşverû yên bi serdestiya mêr, şîdeta dewletê, polîtîkayên şer û zextê ji bo kuştina jinan bi kar tînin, di nava şert û mercên xizaniyê de siberoja wan tarî dikin.
Polîtîkayên aborî yên desthilatdariya faşîst a AKP/MHP'ê xizaniyê zêde dike. Ji ber polîtîkayên OVP’ê bi mîlyonan kedkar û karker neçar dimînin di sînorên birçîbûnê de bijîn.Li gorî daneyên DÎSK-AR'ê ji 66 mîlyon mirovên di temenê kar de tenê 22,4 mîlyon bi tam rojî dixebitin û qeydkirî ne. Ji aliyê din ve jin ji vî karî para kêmtir distînin; 33,3 mîlyon jin kar dikin, lê tenê 6,5 mîlyon ji wan qeydkirî ne û bi tam rojî dixebitin. Keda jinan her ku diçe zêdetir tê îstîsmarkirin.
Desthilatdarî bi plana “sala malbatê” bi dîlgirtina jinan di nava malbatê de dijminatiya xwe ya li hemberî jinan zêde dike û koletiya malê ferz dike. Bi modela xebata nerm jin teşwîqî xebatê malê dike û bi polîtîkaya “dayika cîran” keda jinan hîn zêdetir tê îstismarkirin. Ev rewş zarokan jî di hewrên ne ewle de dixe nava îstîsmarê.”
Di daxuyaniya Konseya Giştî ya KBDH’ê de ev tişt hatin gotin:
Pêvajoya ku di bin navê tifaqê de destpê kir, bi polîtîkayên dagirkerî û şerê taybet re kûr dibe. Jinên welatparêz bi sûîqestan tên qetilkirin. Li aliyek mafên siyasî tên tinekirin, li aliyê din dewlet êrîşê têkoşîna jinan, karker û kedkaran dike. Berxwedana karkeran û çalakiyên mafên siyasî tên qedexekirin, jinên sosyalîst û şoreşger her tim tên girtin û bi cezayên dirêj ên girtîgehê tên bêdengkirin. Ev êrîş di nava hewirdorên pêşverû, demokrat û rewşenbîr de jî belav dibin. Hewl tê dayîn şaredariyên hatine bidestxistin û sîstema hevserokatiyê bê tasfiyekirin. Bi krîmînalîzekirina partî û rêxistinên siyasî re tê xwestin ku desteserkirina mafên siyasî û azadiyan werin rewakirin.
Tevî terora dewletê û şîdeta zêde jî hêrsa jinan, karker û kedkaran mezin dibe. Gelê Kurd li dijî darbeya qeyûm têkoşîna xwe ya aştiyê ya bi rûmet û berxwedana xwe li kolanan didomîne. Li her kolanê, li her eniyê silav ji jinên li ber xwe didin re heye. Rejîma faşîst a AKP/MHP'ê ji berxwedana gelê Kurd, karker, jin, ekolojîst û ciwanan ditirse. Ji ber tirsa siberoja xwe bêhtir êrîş dike.
Dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê gefên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî şoreşa jinan a li Rojava didomînin. Li herêmên di bin kontrola çeteyên HTŞ’ê û SMO’yê de êşkenceya zayendî û êrîşên li dijî gel bi taybet jinan zêde bûne. Akademîsyenên Elewî û jinên ciwan dibin hedef û tên qetilkirin. Zîhniyeta DAÎŞ'ê û polîtîkaya dijî jinê ya bi serdestiya mêr, îro bi HTŞ'ê re dewam dike. Wek mînak, nebûna jineke bi tenê di "Konferansa Serkeftinê" de, ku serokê HTS’ê Colanî xwe tê de weke Serokkomar îlan kir, nîşaneya vê îdeolojiyê ye. Her wiha di konferansê de hebûna kujerê ku di qetilkirina Hevrîn Xelef de rol lîstiye, helwesta HTŞ'ê ya dij jinê bi awayekî vekirî radixe berçavan. Daxuyaniyên berdevka ofîsa jinan a ji Tirkiyeyê anîne û di bin bandora AKP'ê de hatiye mezinkirin jî parçeyek ji vê bîrdoziyê ye. Li herêmên Şehba, Til Rifat, Hama û Humsê êşkence û qetlîamên li ser jinên welatparêz û gelê Elewî, rûyê rastî yê van koman radixe ber çavan.
Dewleta Tirk û dewletên emperyalîst ên destekê didin HTŞ’ê hewl didin ku şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bixin nava HTŞ’ê ku dijminê jinê ye. HTŞ’ê û pergala serdest a mêr di civakê de jinê weke ferdên wekhev û azad qebûl nake. Jin jî bi berxwedana xwe nîşan didin ku naxwazin di van pergalên dojehê de bijîn.
Di navenda êrîşên li ser şoreşa me de destketiyên jin hene. Kesî ev şoreş nedaye jinan; Jin ji bo serketin û avakirina şoreşê li her qadê şer kiriye û têdikoşe. Îro jî ji bo parastina şoreşê li eniyên pêş in. Berxwedana jin û şervanan li eniyên wekî Bendava Tişrîn, Pira Qereqozax, Deyr Hafir, Kobanê û Til Temir û biryardariya wan a rê li ber dijmin digire, mînak e. Berxwedana li BendavaTişrînê ya bi pêşengiya YPJ-QSD’ê, bi berxwedana gel û dirûşmeya “Em ji mirinê mezintirin” xurtir dibe. Em jinên li çeperên berxwedanê silav dikin.
Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê şerên dagirkerî û paşverû yê sîstema mêr, mafê jiyanê yê jinan binpê dike. Li Fîlîstîn û Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê bi deh hezaran mirov hatin kuştin û jin û zarok di bin tehdîteke cidî de ne. Hilweşîna li Xezeyê ne tenê fîzîkî ye, di heman demê de berxwedana gelan dike hedef. Îsraîla siyonîst bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst û dewletên Ereb ên paşverû projeyên xwe yên tunekirinê li dijî gelê Filistînê didomîne. Em berxwedana jinên Fîlîstînê ya li dijî wê silav dikin.
8’ê Adarê jin li Bakur, Tirkiye, Rojava, Sûriye, Îran, Rojhilat, Efganîstan û Filistînê li dijî pergalên serdest ên mêr, faşîst, mêtinger û dagirker li ber xwe didin. Jin ne tenê ji bo xwe, ji bo nifşên siberojê û hemû xwişkên xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê, rêxistinkirina serhildan û berxwedanê ya yekbûyî ya jinan ji bo serketina siberojê girîng e. Divê 8'ê Adarê bibe hêza berxwedana jinê. Em bi dengekî bilind diqîrin: Em ê tu carî serî li ber tarîtiya HTŞ, SMO, Talîban, AKP’ê û rejîma Molla ya Îranê netewînin. Em ê ji bo azadiya xwe bi xurtî têbikoşin û tarîtiyê têk bibin. Û di dawiyê de em ê cîhaneke ku jinên azad lê dijîn ava bikin.”