Xelatgira Nobelê ya Îranî li dijî darvekirinê bang kir

Aktîvîsta mafên mirovan a Îranê Nergis Mûhammedî ku sala 2023'an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt, diyar kir ku rîska darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mûhammedî heye û bang li civaka navneteweyî kir ku sekneke xurt nîşan bide.

Nergis Mûhammedî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê cezayê darvekirinê û cihêkariya etnîkî ya li Îranê weke sûcê li dijî mirovahiyê bêne qebûlkirin.

Nergis Mûhammedî got, "Civaka navneteweyî divê piştgiriyê bide têkoşÎna mafên jinan û demokrasiyê yên gelê Îranê" û ji bo rawestandina darvekirinê banga destwerdana lezgîn kir.

Nergis Mûhammedî bang li Parlamenta Îtalyayê jî kir ku li hemberî polîtîkayên zordar ên desthilatdariya Îranê helwestê nîşan bide û mafên mirovan ji xwe re bike mijara sereke.

Nergis Mûhammedî diyar kir ku desthilatdariya Îranê ji bo tevgera gel a bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin bû bi tepisîne, bi rêk û pêk zextê li jinan dike.

Aktîvîsta xwediyê xelata Nobelê got, "Bi salan e zext, cihêkarî, destdirêjî li jinan tê kirin. Rejîma Îranê li pêşiya azadiya gel û rêya edaletê astengiya herî mezin e" û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.